Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê bang li Tirkîye û Yunanistanê kir ku bo çareserîya nakokîyên xwe tevbigerin û ji wan kiryaran dûr bisekinin ku girjîyê gur dikin.
Tirkîye û Yunanistan, ku cîranên hevdu ne û li NATO hevbend in, ji mafên mîneralên li Deryaya Egeyê, heta qada hewayî û Qibris ya ji hêla etnîkî ve parçe bûye, ser hin mijaran li hev nakin.
Girjîya di navbera her du dewletan de vê dawîyê gur bûye, lê Yunanistan ji wan welatan bû ku piştî erdheja Mereşê xebatkarên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê şandibûn Tirkîyê.
Blinken di preskonferansekê de, Atîna got ku ger Tirkîye û Yunanistan bi dîyalog û dîplomasîyê ser çareserkirina nakokîyên demdirêj bixebitin ewê bo berjewendîya her du dewletan be.
Wî dîyar kir ku divê her du dewlet ji kiryarên yekalî dûr bisekinin ku ew dikarin rewişê dijwartir bikin.
Wezîrê Amerîkî Blinken û hemtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu do Duşemê li Enqerê civîbûn.
Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias dîyar kir ku Atîna bo alîkarîya ku ji Tirkîyê re şandiye ne li benda tiştekî ye.
Dendias ser erdhejên Meraşê got ku erka wan e ku ew alîkarîyê ji wan kesan re bişînin ku êş û azarê dikişînin.
Jêder: Reuters