Li Tirkîyê bi biryarnameyên di hukmê qanûnê de 200,000 kesî zêdetir ji kar hatine durxistin.
Li gorî dewletê, ev kesan bi rêxistinên terorîst ve têkildarin û desthilat wan bi sucdar nîşan dide.
Ji vana gelek kes hîç li cîyekî nikarin kar bikin, hin kes jî karê ku dibînin ji alîyên hin hawirdoran ve têne dûrxistin.
Nivîskar û rojnamevan Hamza Ozkan li ser çîroka van kesan bi navê “Li Tirkîyê Dîmenên KHK” pirtûkek nivîsî.
Ozkan dide diyarkirin ku li ser 200 hezarî kesî mirov ji kar hatine dûrxistin û dahatuya van kesan di xeterê de ye.
Wî got:
“Rastî min ev pirtûk li ser pêdivîyekê nivîsî. Ana em dibînin ku bi hezaran kes ji kar hatine dûrxistin û ev kesan hê jî ji alîyê dewletê ve têne tewanbarkirin. Ji vana hin kes malbata wan belav bûye, hin kes jiyana xwe dawî kirin û yê mayî jî li ber xwe didin.”
ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke