Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pervîn Buldan: ''Eger Dixwazin Pirsa Kurdan Çareser Bikin Divê Hesasîyetên Kurdan Bibînin''


Pervin Buldan
Pervin Buldan
Hevseroka HDPê di çarçoveya Hevdîtinên Gel li bajarê Muşê bû.
Pervîn Bûldan di gotara xwe ya Muşê de destnîşan kir pirsgirêka Kurd pirsa bingehîn ya Tirkiye ye, ev pirs jî bi hevgirtina civakî dikare çareser bibe.
Herwiha AKP, partîyên opozîsyonê û yên ku nû hatine damezrandin rexne kir:

''Partîyên nû pêşî dixwazin xwe li bajarê Kurdan îspat dikin û bi raporan têxin çavê Kurdan. Dibêjin ku ew bibin desthilat ewê pirsgirêka Kurd çareser bikin. Di wextê xwe de serokwezîr jî sozê dabû ku pirsa kurd çareser bike.''

‘’Hunê mafê Kurdan ê bijartinê ji deste wan bistînin, şaredar û paralmenterê wan bigrin, rêya siyasete li wan bigirin, welat bi tecrîdê birêvebibin û ji bêhiquqiyan re deng nekin, paşê jî bejin em namzede çareserîya pirsgirêka Kurd in. Ev ne ewqas hêsane, ger dixwazin çareser bikin divê hesasiyeta kurdan bibin, tecirdê rakin, bi hezaran kurdên bê suc hatin girtin ji girtîgehan berdin.''

Wê da xuyakirin pêdivîya herî mezin ya ya Tirkiye aşitî ye.

KHF
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00



XS
SM
MD
LG