Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Em Biryara Makezagonê Nanasin


Hevberdevka Komîsyona Maafên Mirov û Hiqûqê yê HDPê Nûray Ozdogan
Hevberdevka Komîsyona Maafên Mirov û Hiqûqê yê HDPê Nûray Ozdogan

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê biryar dabû ku hesabên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yên alîkarîya xezîneyê bicemidînin.

Hevberdevka Komîsyona Maafên Mirov û Hiqûqê yê HDPê Nûray Ozdogan, îro li Enqerê Navenda Giştî ya HDPê ev biryar nîrxand û got, “Biryara ku hatîye dayîn ne yasayî ye û bi tevahî sîyasî ye, ji ber vî jî em vê biryarê nanasin”

Doza girtina HDPê di Dadgeha Qanûna Bingehîn de berdewam dike. Di vê dozê de jî Serdozgerê Dadgeha Bilind daxwaz kiribû ku hesabên HDPê bi tevahî werin cemidandin.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ev daxwaza serdozger di 21 Pûşpêr 2022an de bi dengê hemûyan redkiribû. Lê di 5 Rêbendanê Makezagonê biryara xwe guherand û hesabên HDPê cemidandin.

Nûray Ozdogan, vê biryarê him dijî yaseyê û him jî ne biryareke giştî dîyar dike:

Wî got, “Di cemidandina hesabên partîya me de 9 endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn dengê belê û 6 endaman jî dengê na dane. Li ber vî jî biryara ku hatîye girtin ne biryareke giştîye. Dîyare ku di nav endamê Dadgeha Qanûna Bingehîn de jî li ser vê biryarê gengeşe heye.”

Ozdogan radigîhîne ku ev 6 kesên ku gotine na, sedema wê di nav biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn de nehatîye dîyarkirin.

“Bi ya me biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn kêm e. Ev biryar di malperê de jî hatîye weşandin tê de naveroka 6 kesên ku red kirîye nîne. Ev yek jî dijî yaseyê ye. Di vê derê de jî dîyar dibe ku bandora desthilatîyê li ser vê biryarê heye.”

Ozdogan da xuyakirin ku di girtina vê biryarê de gotinên parlementerê wan yên ku di parlementoyê de qise kirine wek hincet hatîye girtin. Ozdogan vê yekê jî bi tundî rexne dike:

“Parlementerê me li ser bûdceya Tirkîyê nêrînê xwe gotine, dijî operasyonan derketine û sîyaseta desthilatîyê rexne kirine. Lê em dibînin ku di blokekirina hesabên me de ev nêrînên parlementerên me jî wek hincet hatine dîyarkirin. Ev yek jî car din dîyar dike ku li vê derê hiqûq na sîyaset derketîye pêş.”

Doza girtina HDPê dibe ku di meha Adarê de dîyar bibe. Dengê Amerîkayê ji Nûray Ozdogan pirsî:“Gelo ev cemidandin nîşaneya girtina partîy we ye an na?”

Li ser vê pirsî jî Ozdogan wiha got: “Heke li ser biryareke hiqûqî ba wê gavê pêkan nîne ku partîya me were girtin, lê em dibînin ku bandora desthilatîyê li ser Dadgeha Qanûna Bingehîn heye, li ber vî jî dibe ku bigrin.”

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG