Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê AKPê Mehmet Ozhaseki Behsa HDPê Dike


Mehmet Ozhaseki
Mehmet Ozhaseki

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Mehmet Ozhasekî li bajarê Kayserîyê dema behsa HDP û CHP kir nifir û lanetê li ser dengên HDPê de got.
Ozhasekî, li bajarê Kayserîyê de rêweresmek de axivî û tekoşîna li hember terorê, herwiha sîyaseta partîya sereka ya opozisyonê CHPê kir.
Ew derbarê hebûna Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li parlamenê jî axivî û weha dewam kir:

"Ew partî tu carî lanetê li terorê nayne, dema behsa rêxistina terorîst, PKKê dikin, HDP dibêje bila herdû alî dest ji çekan berdin. Em wan baş nasdikin, lê partiya sereke ya opozisyonê jî berdevkîya wan dike, serokê CDHP jibo Serokomarê me dibêje kujerê 13 lekşerên me yên Garê. Me nedît ku rojek PKKê şermezar kir. Jibo sê dengan xweşekîyan li vê partiyê dike. Bila lanet li dengê wan bê, bila xwedê bela wan û dengê wan dibe. Li ser vî axî heta fitne neqede, paqijî bidawî nabe''

Berdevka HDPê Ebru Gunay jî li ser medya civakî bersiva Mehmet Ozhasekî da û weha dewam kir:

"Hê jana 13 leşkerên ku hûn bûne sedema kuştina wan teze ye, di ciyê ku hesab bidin gel, hun radibin, nifiran li 6 milyon dengdêrên me dikin. Hun çi bikin jî, herkes rastiyê dibîne. Ew gelê ku hun bela li wan dixwînin, di sindoqa dengdanê de dê selatê li partiya we bixwîne. Ne hedê kesî ye ku nifiran li gelê me bike."

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 14ê Sebatê de piştî ku Wezîrê Berevaniyê kuştina 13 leşker û polêsên di destê PKKê de bûn ragihand, bertekên cuda ji partiyên opoziyonê tên.
Akar gotibû PKK, 13 leşker û polêsan kuştiye.

Serokê Partîya Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî HDPê hedef girtibû û xwestibû ev partî were girtin.

Partiya tifaka hikumetê MHP piştî kuştina lekşeran, HDPê kiribû hedef û xwest ev partî were girtin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji kuştina leşkeran serokomarê Tirkiye sucdar kiribû û gotibû "Kûjerê leşkeran Erdogan e, pênc sal bûn jibo rizgarkirina wan tiştek nekirine. Berpirsê vê operasyona têkçûyî kî ye?"

Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan jî Kiliçdaroglu re gotibû "Bêfedî" û jibo HDPê jî gotibû partiya ku piştevanê daîmî yê terorê ye.

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00


XS
SM
MD
LG