Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdan Ozturk: Jibo Ser Gendelîyên Xwe Bigirin Êrîşî Gelê Kurd Dikin


Berdan Ozturk

Partîya Demokratîk ya Gelan HDP herwiha sendiya saxlemiyê bi operaysonan dest bi hefteyê kirin.

Di operasyoneke ku ji aliye dozgerîya Diyarbekirê hate destpêkirin de, li pênc bajaran 29 endam û rêvebirên HDP hatin desteserkirin.

Ajansa Anadolu dibêje operasyon jibo ronîkirina tora di nav PKK û HDP herwiha sendika û komelyan hatiye destpêkirin. Herwiha tê îdiakirin kesên ku hatine girtin di nav rêxistina bajaran ya PKKê de cî digirin û bi fermana wan tev digerin. Çûndina merasima binaxkirina endamên PKKê jî weke bicîanîna fermana PKKê hatiye dîtin û şahidên nepen li ser gumanbaran îfade dane.

Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk Berdan Ozturk operasyonê şermezar kir û îdia kir ku hikûmet jibo ser qirêtîyên xwe bigre, bi operasyonan êrîş dike.

Ozturk got:

"Gelê Tirkiye jî dibîne ku bi mafya û çeteyan re çi têkilîyên qirêt çêkirine. Jibo ser van gendelîyan bigrin êrîşên partîyên gelê Kurd dikin".

Hêjayî gotinê ye ku Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî di gotara grûba partîya xwe de behsa operasyonên ser HDPê kir û li ser vîdyoyên Sedat Peker nîrxandinan kir û banga hilbijartina pêşxwext kir.

Wî got rê û rêbaz şikestian tecride ye.

Hêjayî gotinê ye Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî di gotara grupa HDPê de li ser vidyoyên Peker nirxandinan kir û got dewlet ev hemî ji neçaresariya pirsgirêka Kurd tê. Wê got 40 sal in bênavber bi şerê li dijî kurdan hevkariyek mezin bi mafyay û çeteyan re hatiye kirin û banga hibjartinek pêşwext kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00


XS
SM
MD
LG