Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka HDP Ebrû Gunay: Tu Êrîş Wê Xebata Me Ranewestîne


Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP’ê di nîrxandina heftê de êrîşên ku li ser Kurdan tên çêkirin rawestîya.

Gunay, da dîyarkirin ku di nav demeke kin de li ser Kurdan sê êrîş pey hev hatin çêkirin. Berdevka HDP’ê Gunay van êrîşan wek dijminatîya Kurdan şanî dide û wiha dibêje:

“Roj tune ku li ser Kurdan êrîş çênebin. Êdî dijminatîya ser Kurdan derketîye ser sînoran û derbas bûye. Herî dawî malbateke Kurd rastî îrîşên nîjedperestî hat. Ev êrîş êrîşekî nê bêserûber e, êrîşekî sîstematîk e. Em vana tevahî şermezarî dikin. Bila bizanibin ku tu êrîş wê xebatê me ranewestîne.”

Gunay, li ser berizên din jî sekinî. Li gorî berdevka HDP’ê êrîşên ku li ser Kurdan têne çêkirin di merkezeke de têne plankirin û pêk tên. Ew vê yekê jî wiha radigîhîne:

“Desthilatî û hin hêl din dixwazin ku sîyaseteke nîjadperest li hemberî Kurdan bidin meşandin. Dîsa li Culemêrgê di newaleke de du cîwanên Kurd bi gulên leşkeran ve hatin birîndarkirin. Heta niha li ber van êrîşan tû kes jî nehatîye gitin. Ev jî polîtîkayên desthilatîya Tirkîyê gelek baş nîşan dide.”

Gunay li ser êrîşê Navenda Giştî ya HDP’ê jî sekinî û da dîyarkirin ku êrîşên nîjadperestan heta nav merkeza wan jî dirêjbûye.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00


XS
SM
MD
LG