Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayşe Acar Başaran: Di Kesayetiya Min De Jinên Kurd Hatin Tehdîtkirin


Ayşe Acar Başaran
Ayşe Acar Başaran

Di 5’ê Gulanê de li pêşîya Navenda Giştî ya HDP’ê “Dayikên Şêhîdan” xwastibûn çelengeke reş daynin. Piştî destlêvedana HDP’ê palementera HDP’ê ya Batmanê Ayşe Acar Başaran ji alîyê polêsan ve hatibû tehdîtkirin.

Li ser vê êrîşê li Enqerê gelek rêxistin û partîyên sîyasî serdana Navenda Giştî ya HDP’ê kirin. Li Amed, İzmîr, Stenbol û gelek bajarên din de jî çalakîyên piştgirîyê hatin çêkirin.

Li pêşîya HDP’ê polêsan Berdevka Meclîsa Jinê û Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran tehdît kiribûn û gotibûn, “Emê te mîxî dîwar bikin”.

Parlementera HDP’ê Başaran, li ser van êrîşan civîneke çapemenîyê durist kir. Başaran helwesta polêsan nîrxan û got, “Di şexsê min de hemû jinên Kurd hatin tehdîtkirin.”

Başaran amaje kir ku ev operasyonên ku li ser HDP’ê têne çêkirin operasyonê tunekirina HDP’ê û gelên Kurd e. Başaran hewesta polêsan jî bi tundî rexne kir û wiha qise kir:

“Desthilatî bi dijminatîya Kurdan faşîzmê bi sazî dike. Di 5’ê Gulanê de li pêşî partîya me em rastî porovakasyoneke hatin. Desthilatî xwe li ser dijminatîya Kurdan cî dike. Ji sala 2015’an vir de hevalên me dikin zindanan, bajarê me têne hilweşandin û ser partîya me qayûman tayîn dikin. Li Wanê, Amedê, Culemêrgê, Îzmîrê li pêşîya partîya me kon vekirin. Li hemberî van hemû provakasyonan partîya me yek gavek jî paşta navêt. Evana hemû dijminatîya Kurdan e.”

Başaran li ser vê êrîşê jî rawestîya û angaşt kir ku ev provakasyon ji alîyê Wezareta Hundir ve hatîye plankirin. Başaran di vî warî de jî nêrînên xwe wiha dîyar kir:

“Provakasyona ku di 5 Gulanê de li pêşîya partîya me de hate çêkirin ji alîyê Wezîrê Hundir ve hate plankirin. Ew roj, qaşo bi navê malbatan 3 kes anîn pêşîya partîya me. Lazime em vîya rest bikin. Çapemenîya ku layenê desthilatîyê ye her tişt bi awayekî derew weşand. Lê ew roj li pêşîya partîya me malbat tunebûn, Ewlekarîya Enqerê hebû, Wezareta Hundir hebû, AKP-MHP hebû û çalakvan ewbûn.”

Li ser vê êrîşê şandeya Komeleya Mafên Mirovan di bin Serokê ÎHD’ê Ozturk Turkdagan de serdana Navenda Giştî ya HDP’ê kirin. Li vê derê Turkdogan, ev êrîş şermezarî kir û got, “Ev êrîş jî dîyar dike ku Tirkiye êdî ji kontrolê derketîye. HDP partîyeke esasî ya Tirkiyê ye. HDP bi xwe îtifaqa demokrasîyê ye û sêyemîn partîya mezin ya Tirkiyê ye. Li ber vî jî ev êrîşana em napejirînîn û şermezarî dikin.”

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG