Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka HDPê Bûldan: Bila Ti Kes Li Ser HDPê Sîyasetê Neke


Pervin Buldan
Pervin Buldan

Meclîsa Jinê ya HDP’ê li ber sedama têkoşîna polîtîkayên dema nû li navenda giştî ya HDP’ê civîya. Li vê derê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di aqaftina vekirinê civînê de li ser genqeşîyên HDP’ê rawestîya got, “Bila Îtifaqa Komarî û Îtifaqa Milet bizanibe. Bila tu kes li ser HDP’ê sîyaset neke û HDP’ê jî neke melzemeyekî sîyasî.”

Piştî demeke dirêj şûnva Meclîsa Jinê ya HDP’ê li ber stratejî û têkoşîna dema nû di bin rêbertîya Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran de kom bû.

Başaran di aqaftina destpêkê de li ser armanca civînê rawsetîya û dadîyarkirin ku ewê di dema nû de rengê jinê bêtir derxînin pêş.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di aqaftina vekirinê de li ser têkoşîna jinê rawestîya. Bûldan, rola jina di warê dîrokî de da berçavan û aqaftina xwe wiha domand:

“Dîrok bi me jinan digore, jiyan bi me jinan ve dibe cîwan. Rojên dahatû bi têkoşîna me jinan wê azad bibe, wekhevî û dad bi keda jinan serdikeve.”

Çend roj berê parlementera HDP’ê Semra Guzel li Stenbolê hatibû girtin. Bûldan bal kişand ser vê girtinê û helwesta dewletê di vî warî de bi tundî rexne kir. Bûldan, Semra Guzel wek vêna gel pênase kir û hestê xwe wiha ragihand:

“Ez li vê derê car din dîyar dikim, Semra Guzel vîna gelê me û jinan e. Pêkan nîne ku ti kesek bejna vîna gel bitewîne. Yên ku dixwazin vîna jina bidin tewandin, bila bizanibin ku jin serbilindin.”

Li Tirkîyê dîroka hilbijartinê her diçe nêzîk dibe, lê gengeşîyên ser hilbijartinê jî her ku diçe gur dibe. Heseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan ev gengeşîyên ku li ser hilbijartinê tên çêkirin rave kir û ev yek jî wek tirs, çewsandin û kaos pênase kir.

Bûldan got:

“Gava berbi hilbijartinê ve diçin, yên ku di destê wan de jibo civakê tu soz û projeya çareserîyê nîne, amadekarîyên hilbijartinê bi awayekî din dixwazin rêbikin. Li ber vî jî ew van amadekarîyan herî zêde li ser tirs, çewsandin û kaosê dixwazin durist bikin.”

Parlementerê CHP’ê Gursel Tekîn di rojên borî de di televîzyoneke de gotibû Îtifaqa Milet, “Pêkane ku du wezaretan bide HDP’ê”. Li ser vî daxûyanîyê Tekîn, ji alîyê Partîya Baş ve bertêk hatin dayîn. Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener jî gotibû “Cîyê ku HDP tê de be em li wê derê nabin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan jî ev gengeşîyên ser HDP’ê bi tûndî rexne kir. Bûldan him desthilatî û him jî opozîsyon li vê derê hişyar kir û got:

“Bila Îtifaqa Komarî û Îtifaqa Milet bizanibe. Bila tu kes li ser HDP’ê sîyaset neke û HDP’ê jî neke melzemeyekî sîyasî. Bila her kes hedê xwe bizanibe. Gava yên ku HDP’ê didin devê xwe bila hezar carî bifikirin.”

Raporta Deng/ Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG