Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Riza Turmen: ECHR Dê Di Biryara Girtina HDP’ê De Dijî Tirkîyê Biryarê Bide


Riza Turmen
Riza Turmen

Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) îdîanameya bi daxwaza girtina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatibû amade kirin, qebûl kir.

Dadgeha Qanûna Bingehîn bi yek dengî îdîaname qebûl kir û pêvajoya girtina HDP’ê bi fermî destpê kir.

Herwiha di îdîanemeyê de di derheqa 451 endam û rêvebirên HDP’ê daxwaza qedexeya sîyasetêjibo 5 salan tê xwestin.

Dadgeh piştî darizandinê dibe ku biryara girtina HDP’ê bide û daxwaza qedexeya sîyasetê ya 451 sîyasetvanan ya hemî an jî hin endamên û rêvebirên HDP’ê jî bipejirîne.

Dadgerê Berê yê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) yê Tirkîyê Riza Turmen dîyar dike ku îdîanameya girtina HDP’ê bi temamî bi sedemên sîyasî hatiye amade kirin û qebûl kirin.

“Tirkîye goristina partîyên hatine girtî ye. Berîya niha jî gelek partîyên Kurdan yên wek DEHAP, HADEP, DEP, HEP û hwd. hatin girtin û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa jibo hemî girtinan biryara binpêkirina mafê hilbijartinê dijî Tirkîyê da. Bêguman eger biryara girtina HDP’ê were dayîn heman biryar wê careke din li alîyê ECHR’ê ve were dayîn.”

Turmen bi berdewamî destnîşan kir ku girtina HDP’ê bêrêzî û binpêkirina vîna hilbijêrên HDP’ê ye.

“Îro HDP di bin zextên giran de tê hiştin û jibo ku HDP bibe partîya hemî Tirkîyê divê ev zext werin rakirin ku HDP polîtîkayekî wiha bi rêve dibe. Hem di alîyê hiqûq hem jî di alîyê sîyasetê ve girtina HDP’ê dê bibe xeletîyeke mezin. Jixwe pêwîste ev jî were gotin ku tawanên dijî HDP’ê jî ne rast in.”

Hêjayî gotinê ye ku HDP 15 Cotmeha 2012’an de hatibû damezirandin û wê di hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de jî ji sedî 11,70 deng standîbû û ew niha li Tirkîye partîya herî mezin ya 3’yan e.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00


XS
SM
MD
LG