Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Bariş Behsa Kongreya 4’emîn a HDPê Dike


Li Tirkîyê di nav rewşeke awarte de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ber bi Kongreya Asayî ya 4’emîn ve diçe.

Ji bo kongreya giştî li her navçe û bajaran kongreyên HDP berdewam dikin.

Hevserokên HDP Pervîn Bûldan û Sezayî Temllî di brîfîngeke çapemenîyê de dane dîyarkirin ku li ser partîya wan gelek zor û zext heye.

Heta niha li ser şaredarîyên HDP 32 qayûm hatine pîşandin û 6 şaredarî jî bi awayekî dijî hiqûqî ji wan hatîye girtin.

Piştî hilbijardina 31 Adarê heta niha bi tevahî 38 şaredarî ji destê HDP hatîne girtin.

Hevserokên HDP di brîfînga çapemenîyê de dan zanîn ku di nav du salên dawî de 5 hezarî zêdetir endam û rêveberên wan hatine binçavkirin û di nav vanan de jî 500 kesî zêdetir endam û rêveberên wan hatine girtin.

Alîkarên Hevserokên HDP û Berpirsê Çapemenîyê Azad Barış, piştî vê civînê ji bo Dengê Amerîkayê pêvajoya kongrê nîrxand. Bariş da dîyarkirin ku ev kongre wê di nav HDP’ê de zindîbûneke nû bîne:

“Em herî zêde li ser îtîfaqa demokratîk disekinin. Heke bi hêzên Tirkîyê yên demkoratîk ve îtîfaqeke xurt bê çêkirin wê gavê em dikarin bersîva vê rejîmê bidin. Di vi warî de jî hêvîya me heye û em bawer dikin ku bi îtîfaqên demokratîk zindîbûneke nû dê bê.”

Bariş li ser yektîya Kurdan jî rawestîya û rahgihand ku yektîya Kurdan wê li heremê aşitîya civakî bîne:

“Heke yektîya Kurdan çê be, Kurd bi awayekî bi hêz wê serkevin. Em jî dixwazin ku di vî warî de rêyek bê vekirin. Yektîya Kurdan tê mena aşitîya herêmî. Rastî tenê herêmî na yektîya Kurdan ji bo dinyayê jî tiştekî girînge.”

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00


XS
SM
MD
LG