Di 9’ê Cotmehê 2020 an de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê de li ser vegerandina aramî û asayîşakirina rewşa Şengalê li sînorê parêzgelah Neynewa, bi amadebûna Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê peymanek hatibû îmzakirin.
Ev peyman ji alîyên gelek kes û rêxistina ve erênî hate pejirandin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vê rêkeftinê geşbînîya xwe li hemberî vê peymanê dîyar kir û destxweşî li tîmên danûstankar ên herdû alîyan kir.
Lê heman peyman ji alîyên hin kes û rêxistinan ve jî hate rexnekirin. Ji van rêxistinan yek jî HDP’ye.
Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebrû Gunay di daxuyanîya hefteyî de, taybet li ser rêkeftina Şengalê sekinî û got:
“Di rojên çûyî de peymanek derheqê Şingalê de hate îmzakirin. Berî her tiştî ev peyman gelê Şengalê û gelê Êzidîyan nas nake. Ev peyman ji bilî nûnerê Êzidîyan û gelê Şengalê hatîye îmzakirin.”
Gunay angaşt kir ku heke ev peyman bikeve rojevê dê gelê Êzidî car din bi komkujîyan re rû bi rû bên:
“Banga me ji yên ku ev peyman îmza kirineyan re ye. Îradeya gelê Şengalê û Êzidîya nas bikin. Mafê xweserîyê biparêzin. Lê bi vê peymanê gelê Êzidî wê car din bi komkujîyan re rû bi rû bimîne.”