Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebrû Gunay: Reforma Herî Mezin Çareserkirina Kêşeya Kurd e


Peyvdara HDP'ê Ebrû Gunay

Di van rojan de Serokomarên Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di her axaftinê xwe de behsa reformên hiqûqê ê aborîyê dike.

Di rojên çûyîn de jî endamê Desteya Îştîşareya Bilind ya Serokomarîyê Bûlent Arinç di televîzyonekê de ragihand ku bila dadger di nav xeta hiqûqê de bimînin. Arinç ji bo berdana Selehattîn Demîr taş jî got, “Bi ya min pêwîst dike ku darizandin ne be caza. Darizandina Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala li der jî dikarin bikin.”

Hikûmet her çiqas behas reforma bike jî lê opozîsyona Tirkiyê vê yekê ji dil nabîne. Di serî de jî Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî di vî warî de desthilatîyê ji dil nabîne.

Berdevka HDP Ebrû Gunay di daxûyanîyeke xwe de ragihan ku hikûmek bi qisên reformê dixwaze ku emrê xwe dirêj bike. Gunay ev yek wiha rave dike:

“Hikime di van rojan de car din behsa reformê dike. Ev yek rastî îtirafkirina hikûmetê ye ku li Tirkiyê zor tişt baş naçin. Heke ew dixwazin reformê çêkin pêwîste ku berî her tiştî pirsgirêka Kurd çareserbikin. Heke ev pirgirêk çareser bibe zor tişt jî çareser dibin.”

Gunay, li ser yektî û hevkarîya Kurdan jî sekinî. Di vî warî de jî Berdevka HDP wiha qise kir:

“Pêwîstîya Kurdan ya herî girîn bi yektî û hevkarîyê heye. Desthilat dixwazin di nav Kurdan de fitne û fesadîyan çêkin. Lê lazime ku em Kurd jî beranberî van dek û dolaban bên ba hev û yektîya xwe damezirînin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG