Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fûat Onen: HDP li Tirkîyê Serket û li Kurdistanê Têkçû


People's Democratic Party supporters (HDP) celebrate after the announcement of preliminary results of the local elections, in Diyarbakir, Turkey, Sunday, March 31, 2019.
People's Democratic Party supporters (HDP) celebrate after the announcement of preliminary results of the local elections, in Diyarbakir, Turkey, Sunday, March 31, 2019.

Hilbijardinên 31 Adarê 2019 li Tirkîyê dawî bûn, lê gengeşîyê ser hilbijardinê di nav partîyên sîyasî de her ku diçe gur dibe.

Di van hilbijardinan de, Partîya Gel a Komarê (CHP) û Partîya Gel a Netewperwer (MHP) şaredarîyên xwe zêde kirin. Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek şaredarîyên destên xwe winda kirin.

Rêjeya dengê AKP li tevahîyê Tirkîyê her çiqas danekeve xwarê jî lê gelek bajarên mezin windakir. HDPê jî li herêma Kurdan pênc şaredarîyên destên xwe wek Dersim, Agirî, Bitlîs, Şirnaş, Mûş winda kirin û yek bajar ango Qers jî qezenç kir.

Nivîskar û sîyasetmedar Fuat Onen, dema vê hilbijardinê dinîrxîne, diyar dike ku HDP sîyaseta ku li Tirkîyê dabû pêşîya xwe serketîye, lê li Kurdistanê têk çûye:

Onen dibêje:

“HDP dibêje ez partîyeke Tirkîyêbûyînê me. Lê mixabîn li Tirkîyê nakeve hilbijardinê tê li Kurdistanê dikeve hilbijardinê. Eva nakokîyeke mezin e. Hevserokê HDP Sezayî Temellî gotibû emê li Kurdistanê serkevin û li Tirkîyê jî li AKP û MHP bidin windakirin. Lê li Tirkîyê serket li Kurdistanê jî têkçû.”

Nivîskar Onen, serkeftina CHP ji bo berjewendîyên Kurdan nabîne.

Ew dibêje:

“AKP jî CHP jî dagirkerin, herdu jî dijî berjewendîyên Kurdan in. AKP hin bajaran winda bike jî desthilatiya wî berdewam dike. CHP çend şaredarî zêde bike jî desthilatî negirtîye. Ji bo vî jî li Tirkîyê gorankarîyeke mezin nîne. Herdu partî jî bes berjewendîyên Tirkîyê û Tirkbûnîyê diparêzin.”

Raporta Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:44 0:00

XS
SM
MD
LG