Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rawest: HDP’ê Di Nav 7 Salan De Ji Sedî 45 Deng Winda Kirine


Di Adara 2024’an de li Tirkîyê wê hilbijartinên bajarvanîyê (şaredarîyê) werin çêkirin.

Serkirdeyê Giştî yê Lêkolîna Rawest Roj Esîr Gîrasûn û Serkirdeyê Giştî yê Specktrum House’ê Azad Bariş di hilbijartinên şaredarîyê yên 2024’an de rewşa partîyên desthilatîyê û opozîsyonê bi taybet jî ya HDP’ê bi Dengê Amerîkayê re nirxandin.

Giresûn, li gor daneyên Lêkolîna Rawestê ragihand ku di dengê HDP’ê de ji sedî 45 kêmbûn çêbûye.

“7 Hezîranê 2015’an heta niha li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê HDP’ê di nav 7 salan de ji sedî 45 dengên xwe winda kirine. Di her rapirsîyên me de jî em vê yekê dibînin.”

Roj Esîr
Roj Esîr

Gîrasûn, di hilbijartinên bajarvanîyê yên pêşîya me de jî şansên AKP’ê ji yê CHP’ê zêdetir dibîne û radigîhîne ku encama 14 Gulanê di warê derûnî de hêzek daye desthilatîyê.

Di hilbijartinên 2019’an de CHP ji AKP’ê 3 bajarên mezin wek Stenbol, Enqere, Antalya û ji MHP’ê jî 2 bajarên mezin Edene û Mêrsîn girtibû.

Encama van hilbijartinên şaredarîyê yên 31 Adara 2019’an gelek hatibûn nîqaş kirin. Ew dem dihat gotin ku heke HDP’ê piştgirî nedaya CHP’ê an jî Hevpeymanîya Neteweyî, pêkan nînbû ku CHP di vê hilbijartinê de ev bajaran qezenç bike.

Li gor Serkirdeyê Spectrum House Bariş, ev stratejîya ku HDP’ê dabû pêşîya xwe ew dem rast bû. Bariş radigîhîne ku jibo ku AKP winda bike û hêza Recep Tayyîp Erdogan bişikê mantiqeke wî hebû, lê piştî ku ew şert ji holê hatin rakirin berdewamkirina vê yekê dê zirar bide HDP. Bariş vê yekê waha dinîrxîne:

“Ew dem hevpeymanîyek di navbera HDP’ê CHP’ê de tunebû. Lê paşê em fêr bûn ku îtifaqeke veşartî (ne resmî) hatîye çêkirin. Lê bi awayekî ku herkes bizanibe û dinya agahdar be tiştek dîyar nekirin. Ekrem Îmamoglu jî bi vî awayê li Stenbolê serkeftî bû.”

Bariş, gava şansê desthilatî û opozîsyonê dide ber hev, herdû alîyan jî bi erênî û neyênî dîyar dike. Lê li gor Bariş şansê opozîsyonê li Stenbolê zêde dixwuye.

Azad Bariş
Azad Bariş

Pirseke girîn jî ewe ku HDP wê di vê hilbijartinên 2024’an de roleke çawa bigre?

Di hilbijartinên şaredarîyê yên sala 2019’an de HDP’ê 3 bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdîn, pênc bajarên din Batman, Sêrt, Cûlemêrg, Qers û Ixdir girtibû. Bi bajar, navçe û beldeyan tevahî 65 beledîye di ketibû destê HDP’ê.

Lê HDP’ê di hilbijartinên sala 2014’an de bajarên ku girtibû wek Agirî, Bîtlîs û Şirnax di 2019’an de winda kir û ev bajaran kektin destê AKP’ê.

Di 19 Gelawêjê 2019’an de li ser sê bajarên mezin yên HDP’ê destnîşankirina qayûman çêbû. Paşê jî li ser 5 bajar, 33 navçe û 7 beldeyan, bi tevahî 48 şaredarî jî destê HDP’ê hate girtin.

807 endamên meclîsa şaredarîyî ji kar hatin durxistin, 84 hevserokên şaredarîyan hatin desteserkirin, ji vana 39 neh kes hatin zindankirin hê ji van hin şaredar di zindanê de ne.

Serkirdeyê Specktrum House’ê Bariş radigîhîne ku şert û mercên berê hatine gorandin, pêwîste ku HDP an jî Partîya Çep ya Kesk di sîyaseta berê de gorankarî çêke.

Li gor serkirdeyê Lêkolîna Rawest Gîrasûn jî êdî HDP ketîye nav trendeke daketinê, di vê sîyaseta xwe de dilnîya (israr) bike wê bêtir dengên xwe winda bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:49:22 0:00

XS
SM
MD
LG