Di ser girtina 11 parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nav wan de hevserokên partîyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hebûn 5 sal derbaz bûn. Jiber vê yekê rêxistinên partîyê li gelek bajarên Tirkîye bertek nîşanî girtinan da.
Bi boneya şermezarkirina girtina parlementerên HDP’ê li taxa Kadikoy’a Îstenbul’ê jî daxuyanîyekî bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê Musa Pîroglu, Hevserokê HDP’ê yê Îstenbul’ê Erdal Avci û bi beşdarbûna hin welatîyan hat dayîn.
Parlamenterê HDP'ê yê Îstenbul’ê Musa Pîroglu girtina parlementerên HDP’ê wekî darbeyekî sîyasî bi nav kir û wî îdîa kir ku rastîya 4'ê Mijdar’ê nîşaneya windakirina hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê ye.
“Hikûmetê piştî vê pevajoyê Rewşa Awarte (OHAL) xist dewrê û Tirkîye ber bi rewşekî xirab ve çû. Bandorên xirab yên vê êrîşê ne tenê ser HDP’ê li ser hemî gelên Tirkîyê çêbû. Hikûmet jibo domandina desthilatdarîya xwe HDP’ê krîmanalîze dike û tenê dihêle û bi vê yekê jî dixwaze opozîsyona Tirkîye parçe bike.”
Pîroglu bi berdewamî bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) yên derheqa girtina parlementeran de jî û wiha got.
“Li dadgehên navnetewî polîtîkayên desthilatê têne rexnekirin, lê tevî vê yekê parlementerên me girtî ne. Neberdana parlementeran dide nîşan ku desthilat li gorî dadgehên navnetewî gavan navêje.”
Herwiha endamekî HDP’ê Mehmet Sait Bor jî polîtîkayên desthilatê yên dijî partîya xwe wek êrîşekî dijî vîna gel bi nav kir.
“Ev dozekî sîyasî û dijminatî ye ku ev doz ne dozekî hiqûqî ye.”
Endamekî din a HDP’ê Hanim Candan jî jibo girtina parlementerên HDP’ê got ku parlementerên HDP’ê bi awayekî hikmê zorê hatin girtin.
“Û mafê parlementerîyê ji wan hat standin. Ez bawer dikim ku rojekê parlementerên HDP’ê dê werin berdan û kesên biryara girtina parlementeran dan dê werin girtin û darizandin.
Hêjayî birxistinê ye ku di encama dengdayîna ku di Gulan’a 2016’an de li meclîsa Tirkîye (TBMM) hat kirin de parêzbendîya 11 parlementerên HDP’ê hatibû rakirin. Çend meh piştî rakirina parêzbendîya parlementerên HDP’ê hevserok Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag parlementer Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Îdrîs Baluken, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Ziya Pîr, Îmam Taşçier û Sirri Sureyya Onder ji malên xwe hatibûn binçavkirin.
Di heman şevê de li gel Demîrtaş û Yuksekdag 7 parlementer hatibûn girtin, Zîya Pîr, Îmam Taşçier û Sirri Sureyya Onder jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Ji wê dîrokê heta niha Demirtaş û Yuksekdag jî di nav de parlementerên HDP’ê têne darizandin.