Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Derheqê 9 Parlemanterên HDP’ê de Fezleke Hate Amadekirin


HDP
HDP

Serdozgerîya Komarî ya Enqerê di derheqê 9 parlementerên HDP’ê de, di nav de jî hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, ji bo rakirina destnedayînîyê fezleke amadekir û şîyand wezareta dadê.

Di Meclîsa Tirkiyê de pêşî komîsonên pêwendîdar dê li ser van fezlekeyan bisekinin û du re jî wê bişînin Lijneya Giştî ya Meclîsê. Heke Meclîs erê bike wê gavê jî dê di derheqên parlementerên HDP’ê de pêvajoya edlî jî wê destpêpike.

Di 6-8 Cotmehê sala 2014 an li Tirkiyê “Bûyerên Kobanî” pêkhatibûn Li ser van bûyeran di derheqê gelek kesî de lêpirsînek hatibû vekirin.

Di berhgeha van bûyeran de di derheqê Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û 8 parlamenterên HDP; Fatma Kurtulan, Garo Paylan, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Hakki Saruhan Oluç, Serpîl Kemalbay Pekgozegu, Sezayî Temellî û Pero Dûndar de fezleke hatin amadekirin.

Hiqûqzan û parlementerê HDP’ê Omer Ocalan radigîhîne ku desthilatîya Tirkiyê dixwaze ku li parlamentoyê dengê Kurdan qut bike. Ocalan vê yekê wiha dîyar dike:

“Ana di derheqê 9 parlementerê me, ku Hevseroka me Pervîn Buldan jî têdaye fezleke hatine amadekirin. Armanca Komara Tirkiyê ewe ku Kurdan bê sîyaset bihêlin. Di warê sîyasî de bi HDP’ê nikarin, lê dixwazin ku bi dek û dolaban HDP’ê bifetisînin.”

Omer Ocelan
Omer Ocelan

Heke di meclîsê de rakirina destnedayînîya parlementeran were erêkirin, wê gavê dê di derheqên parlementeran de doz were vekirin. Ocalan vê yekê li ser sîyasetmedarên Kurdan wek gefekê binav dike û wiha dibêje:

“Gefên dewletê her gav li ser Kurdan bûye û îro jî em vîya dibînin. Ji bo rakirina destnedayînê 400 deng pêwîste. Desthilatî bi tena serê xwe nikare, Partîya Baş jî alîkarî bide dîsa nikarin. Her tişt bi CHP’ê re girêdayî ye. Heke CHP bêje erê wê gavê dikarin rakin.”

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:20 0:00


XS
SM
MD
LG