Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîthat Sancar:HDP Dibîne ku Dîyalog Çareseriya Hemî Pirsgirêkên di Nav Kurdan de ye


Mîthat Sancar
Mîthat Sancar

Hevserokê HDPê Mithat Sancar di çarçoveya bernama "Gotûbêjên Dicleyê" ya Komela DîTAMê, li ser platforma Zoomê bi rojnamevanan re preskonferanek lidarxist.

Sancar behsa mijarên di rojevê de kir û anî ziman ku netewperwerîya AKP ji ya Serokwezîra berê Tansu Çîller bi xetertir e.

"Tu çareserîyek civakî û rêveberî ku HDP li derve dihêle nikare biser bikeve" got Sancar.

Roja Çarşemê Parlamena Tirkiye, parlamenterîya Leyla Guven û Musa Farisoglulları herwiha ya parlamenterê CHP Enis Berberoglu betal kiribû. Hersê jî hatin girtin lê Berberoglu jiber metirisya virsua korona hat berdan.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdarolgu dema li dijî betalkirina parlamenteriya Berboeroglu bertek nîşan da, behsa herdû parlamenterên HDPê nekir.

"Ev helwesta serokê CHPê nayê qebûlkirin û divê ku ew li ser van mijaran hesastir tevbigere."

Li ser mijara tifaqa Kurdan jî got " Hebûna Kurdan tê înkarkirin û jibo hebûna xwe helwestek hevpar, diyalog û hewildanên tifaqê pir girînge.

Çend peyamên ku di preskonferansê de derketin pêş li jêr in:

"Jibo hemî prisgirêkên di navxweyî ya Kurdan, HDP çareseriyê tenê de diyalogê de dibîne. Zimanê ku peywendiyên erênî çêdike, qelse. îtirazên nevxweyî jî pir bi lez vedigere ber bi ziman û helwestek bi hêrs ku ev jî dibe sedema şikestinan."

"Di nav kurdan de tekoşîna haysiyetê tenê li ser hedefên sîyasî dertê pêş."

"Divê diyaloga di nav kurdan de vegere ber bi sazîbûnek netewî."

"Dîrok dubare nabe lê xeletî dubare dibin. Divê ku em rûqalê xwe yên xeletiyên yên dîrokî bibin"

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00


XS
SM
MD
LG