Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDPê Lêpirsînan di Derheqê Endamekî Xwe de Vedike


Mansur Îşik
Mansur Îşik

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi îdaya ku tundiyê li hevjîna xwe kiriye, di heqê parlamenterê Muşê Mansur İşik de lêpirsîna dîsîplînê vekir.

Berîya çend rojan nûçeyek belav bû hate îddiakirin İşik tunidyê li ser hevjîna xwe Ebru İşik kiriye.

Dî nûçeyan da heta gotin ku hevjîna wî li nexweşxaneyê ji doktoran re gotîye Manusr İşik lê tundiyê kiriye û ew gilîyê polêsan kiriye. Li ser gilîya hevjîna wî İşik ji mal û hevjîna xwe hatîye dûrxistin.

Meclîsa Jinan ya HDP, di heqê Mensûr İşik de lêpirsîn da destpêkirin lê Mansur İşik li dijî îdayaan derdikeve.

Hevjîna wî Ebru İşik jî gilîya xwe vekişande û gote jiber nexweşiya Covid 19, psikolojiya wan xerabûye, ne raste ku hevjînê wê tundiyê kiriye.

Lê HDP lêpirsîne didomîne û dibêjin piştî encama lêkolînê ew li ser beyana Ebru İşik ya pêşî daye, tevbigerin.

Hêjayî gotinê ye ku sê parlamenterên HDPê de beriya 25 rojan bi nexweşîya Covid 12 ketin. Yek ji wan Mansur İşik bû.

Ebru İşik dibêje:

" Di civînan de min didît ku Mansur ne maske bikar tîne ne goh dide hişyarîyên jibo koronavirusê. Em hemî nexweş ketin, 20 roj in baş nebûne. Min jê re gote ji bela wî em di vê rewşê de ne. Wî jî gote dibe ku ji bela te be. Ez jî hêrs bûm, bi wê hêrsê min deriyê dolabê vekir wê hizrê nekir ku li çavê min bikeve."

Hun dikarin dewamîya gotinên Ebru İşik û li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00


XS
SM
MD
LG