Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê HDPê Revandina Endam û Revebirên Partiyê Protesto Dike


Li Tirkîyê di demên dawî de, dijî endam û revebirên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) kesên ku xwe wek endamên Rexistina Îstîxbaratê ya Tirkîyê (MÎT) didin nasîn bi taybetî ciwanan direvînin û ciwan dibin armanca êrîş, lêdan û gefan.

Herwiha kesên têne revandin ji wan tê xwestin ku sixurîyê bikin û bi kuştina malbatên wan, gefan li wan dixwin.

Dijî vê yekê HDP’ê li gelek bajaran revandin, lêdan û gefxwarina dijî endamên wê protesto kir.

Rexistina HDPê ya Îstenbulê jî li ser vê mijarê daxuyanîyek da.

Parlementerê HDPê yê Îstenbulê Alî Kenanoglu, dîyar kir ku berpirsyarê revandinan Wezîrê Karê Naxweyî yê Tirkîyê ye.

Wî got:

“Wezîrê karê naxweyî yê dewletê nikare van kesan ser kar bigire. Eger ev kesan ne polîs bin û ser navê polîsan kar bikin sucê wan girantir e. Hûn mecbur in ku tiştên pewîst bikî, eger hûn nekin hûn serokatîya çeteyan dikî û dewlet jî ji dewletbûna xwe derdikeve.”

Gelo hevserokên HDP’ê yên Îstenbul’ê li ser vê mijarê çi difikirin û bûyerên dawî çawe dinirxînin?

Hevserok Elîf Bulut dibêje ku di mehên dawî ya sala 2019’an de bi taybetî ji ciwan bûn armanca revandinan.

Elîf Bulut
Elîf Bulut

Wê got:

“Minak tevi hebûna dîmanan jî heta niha ti pêşketin û encam di bûyerê de tuneye. Dîsa heta niha ti doz nehatiye vekirin. Jixwe bi avayeke pir rihet vê yekê dikin. Jiber ku li pişta wan hêzek heye û difikirin ku ew nayên darizandin. Vê wêrekî û rihetîyê jî ji emnîyet û wezareta naxweyî distînin.”

Hevserok Erdal Avci jî bawer dike ku hêzên endam û revebirên wan direvînin di bin kontrola dewletê de ne û dibêje ku ev hêzan naxwazin ciwan di nava sîyasetê de cîh bigirin.

Erdal Avci
Erdal Avci

Wî got:

“Parlementerên HDP’ê piştî her bûyera bi vî avayî bi wezareta navxweyî, wezareta dadê û revebirên hikûmetê re danûstandinan li meclîsê dikin û dosyayan teslîmî wan dikin. Herwiha em serlêdanan li Komala Mafên Mirovan (ÎHD) jî dikin. Lê dîyare ku ev hêzan pişta xwe didin dewletê û ev bûyerên bi vî rengî pêk tên.”

Hêjayî gotinê ye ku tevî hevdîtinan jî heta niha wezareta navxweyî, wezareta dadê û hikumetê çi daxuyanî li ser revandinan nedayîne.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00


XS
SM
MD
LG