Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDPê Dê li Tirkiyê Dest bi Rêveçûnekê Bike


Li Tirkîyê piştî xirabûna pêvajoya aşitîyê li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) zorû zextên desthilatîya Tirkîyê jî hevrast zêde bûn.

Heta niha 27 parlementerên HDP ji parlementerîyê hatin avêtin. Piştî hilbijardina şaredarîyê ya herî dawî vir de li ser 45 şaredarîyên HDP qayûm hatîye pîşandin.

Ji bo protestokirina van çewsandina HDP’yê rojên çûyî biryarek girt û ragihand ku wê 15 Pêşpêrê li Herêma Kurdan Culemêrgê û li herêma Tirkan jî li Edirneyê berbî Enqerê ve dest bi meşeke bikin.

Berdevk û parlementera HDP Ebrû Gunay naveroka vê meşê ji bo dengê Amerîkayê nîrxand û wiha got:

“Slogana me ‘Li Hemberî Derbeyan Meşa Demokrasîyê’ ye. Meş li du serî, ji wana ya yekem li Culemêrgê destpêdike. Ya dinê jî li Erdîrneyê li ber girtingehê, ku birêz Selahattin Demîrtaş ana tê de ye, dê destpêbike. Herdû serîyên vê meşê jî li Enqerê dê bên ba hev û bi daxûyanîyeke çapemenîyê dawî lê bê.”

Ebrû Gunay
Ebrû Gunay

HDP êrîşên dawî ku li ser wan tê çêkirin wek derbeyeke sîvîl nîşan dide. Berdevke HDP Gunay vê yekê jî wiha şîrove dike:

“AKP her roj li Tirkîyê winda dike. Li ber vî jî faşîzma AKP û MHP li ser partîya me her roj zêdetir dibe. Armanca wan ewe ku bi van zor û zextan me biçewsînin. Lê heta HDP hebe wê nikaribin di van sîyasetên xwe de serkevin.”

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00


XS
SM
MD
LG