Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDPê Vekirina Nûnertîya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Cinêvê Pîroz Dike


Ebru Gunay

Rêveberîya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê di rojên borî de li bajarê Cinêv yê Swîsrayê nûnertîya xwe vekir.

Li ber vekirina vê nûnerîyê, Tirkiyê Maslahatguzarê Swîsrayê yê Enqerê bangî Wezareta Karê Der yê Tirkiyê kir û bertek nîşan da.

Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebrû Gunay jî li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapemenîyê durist kir û ev vekirina nûnertîya Rêveberîya Xweser pîroz kir.

Gunay li ser girîngîya vekirina vê nûnertîyê sikinû û wiha got:

“Rêveberîya Xweser ya Rojava li Cenewreyê nûnertîya xwe vekir. Em pîroz dikin. Eva ji bo xurtirkirina têkoşîna Rojava gavekî girînge. Em baş dizanin ku şoreşa Rojava ji bo tevahîya Rojhilata Navîn gaveke erênîye. Jibo vî jî parastina Rojava erkeke tevahîya mirovahîyê ye. Em hêvî dikin ku pirsgirêkên Rojava di demeke kurt de bên çareserkirin.”

Endamekî serkirdayetîya Hîzba Demokrata Kurdistanê Mûsa Babaxanî li hoteleke Hewlêrê hatibû kuştin.

Berdevka HDP’ê Gunay, di axaftina xwe de li ser vê êrîşê jî sekinî û ji malbata Babaxanî re sersaxî xwast. Gunay di vî warî de jî hestê xwe wiha anî ziman:

“Em li ber kuştina Berpirsekî Hîzba Demokrata Kurdistanê Mûsa Babaxanî gelek xemgîn in. Ji malbata wî û sîyaseta Kurd re sersaxî dixwazin. Ev bûyer li Hewlêrê qewimî, hêvîya me ewe ku bi tevahî ev bûyer bê eşkerekirin.”

Li Tirkiyê şewatên daristana hê jî didomin. Berdevka HDP’ê Gunay li ser van şewatan jî sekinî û di vî warî de jî xemsarîya desthilatê nîşan da.

Di vê şewatê de ji alîyên hi deveran ve Kurd hatibûn tewanbarkirin. Gunay li ser vê helwestê jî rawestîya û ev yek jî wek dijayetîya Kurdan binav kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00


XS
SM
MD
LG