Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Dibêje Divê Doseya Qedexekirina Wê Were Avêtin


Berpirsekî Partiya Demokratîk ya Gelan li Tirkiyê (HDP) îro Şemiyê got ku lîsteya tawanbariyan ya li dijî partiyê ew li ser bingehên siyasî hatiye amadekirin û divê bê jinavbirin. Ev yek tê piştî rojekê ji pêşkêşkirina berevaniyekê bo dadgeha bilind a Tirkiyê.

Dadgeha destûrî ya Tirkiyê lîsta tawanbariyê li dijî HDP meha Hizêranê pejirandibû. Ew daxwaza girtina partiya HPDê dike li dor idîayên girêdana wê bi çekdaran ve. Lê HPDê vê yekê red dike û doseyê wek “operasyoneke siyasî “ bi nav dike.

Doseya, ku ji aliyê dozgerên dadgeha pêdaçûnê ve derket pêş, tê piştî salên dirêj ji serkutkirina dijî HDPê, ku bi hezaran endamên wê hatine dadgehkirin li dor tawanbariyên girêdayî terorê.

Umit Dede, cîgirê serokê HDPê ji ajansa Reutersê re got berevaniya seretayî ronî neda ser her idîayekê bi awayekî tekane, belê wê bêhtir bal kişand ser pîvanên yasayî.

Wî got:

“Ev dose hatiye amdekirin wek encama fişarekê li ser dozgerên dadgeha pêdaçûnê ku ji aliyê partiya desthilatdar ve bû. Ji ber vê yekê, me di berevaniya xwe de, bi belge bala dadgeha destûrî kişandiye ser vê mijarê.”

Dede got dê partî bi awayekî tekane behsa her idîayekê bike piştî ku dozger şîroveyên xwe pêşkêş bike, lê divê ev dose were avêtin.

Tê zanîn ku HDP sêyem partiya herî mezin e li Tirkiyê û wê 55 kursî di parlemanê de hene.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG