Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meral Daniş Beştaş Behsa Serdana Şanda HDPê bo Amerîka Dike


Meral Daniş Beştaş
Meral Daniş Beştaş

Ji roja Duşemê ve şandeka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) li Waşintona paytexta Amerîka ye û hejmarek kombûn li dar xistin.

Cîgira serokê grûpa HPDê di parlemana Tirkîyê de Meral Daniş Beştaş, ku yek ji endamên şanda HDPê ye, di pêwendîyeke telefonî de bi Dengê Amerîka re, behsa serdana xwe bo Amerîkayê kir.

Beştaş di axaftina xwe de behsa mijarên doseya girtina HDPê kir ku li Tirkiyê di rojevê de ye û her wiha girtinên ku di nava endamên HDPê de dibin di derbarê doseya bi navê Kobanîyê.

Beşraş, ku parlemantera HDPê ye li Sêrtê, got:

“Me hevdîtinên xwe pêkanîn û du meh şûnda emê heyetek nû jî werin Waşintonê û wê hevserokê me tevlî heyeta me bibe. Em dixwazin amadekarîya wê bikin.”

Beştaş bal kişand ser wê yekê ku serdana wan ne bi awayekî rasterast girêdayî doza girtina HPDê. Wê got ew “ji bo karê dîplomasî hatine ê gelek mijarên girîng di rojevê de ne.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna Meral Daniş Beştaş
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:15 0:00

XS
SM
MD
LG