Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temellî: Hikûmet û Tifaqa Komarî Naxwazin Encama Hilbijartinan Qebûl Bikin


Hevşaredarên nû yên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Amedê di komxebatek de hatin ba hev. Hevserokê HDPê Sezaî Temellî li ser prosa hilbijartinê û encamên wê axaftinek kir.

Temellî got:

"Hilbijartina 31ê Adarê tekoşîna demokrasiyê bû"

Wî destnîşan kir piştî redkirina Mutabaqata Qesra Dolmabahçe Tirkiye ket bin tecrîdek giran û di warê siyasî, civakî, aborî û mafê mirovan de krîzek kûr çêbû.

Hevserokê HDPê got:

"AKP û MHP bi israr in ku nîzama bêhiqûq bidomînin. Kampeyna xwe de zimanek bi heqaret û şidet biakranîn. Te digot qey di şûna hilbjartinê de diçin şer" .

"AKP-MHP di ciyê ku ji encama hilbijartinê jixwe re dersan derxin, di kêmasî xeletiyan de îsrar dikin. Lê ev helwest dikare bibe egera şertên girantir ku li Tirkiye peyda bibe. Divê derhal li gorî yasa û hiqûqê tevbigerin."

Hevseroke HDPê d dewamiyê de îfade kir hikumeta destilat û tifaqa komarî hê jî encama hiljibartinê naxwazin qebûl bikin.

Lê saziyên destûra bingehîn herwisa Lijneya Bilind ya Hilbijartinê divê li gorî hikmê yasayî karê xwe bikin, dema nîrxandina itirazan, herwisa teslîmkirina mezbetayan li gorî yasa û hiqûqê hereket bikin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:50 0:00

XS
SM
MD
LG