Dadgeha Qanûna Bingehîn dê ser daxwaza qutkirina alîkarîya xezîneyê ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di 6’ê Rêbendanê de bicive.
Serdozgerê Komarî Bekîr Şahîn xwestibû ku xezîne êdî alîkarîyê neden HDP’ê.
Şahîn, ku girtina HDP’ê xwestibû, dîyar kiribû ku divê hesabên wê partîyê yên alîkarîya xezîneyê distînin were sekinandin.
Wî di rojên borî de îdia kiribû ku peywendîyên HDP’ê bi rêxistina terorî re heye û dîyar kiribû ku çalakî û gotinên wê partîyê vê peywenîyê piştrast dikin.
Çaverê ye xezîne di 10’ê Rêbendanê de alîkarîya diravî bide partîyan. Ger Dadgeha Qanûna Bingehîn ser qutkirina alîkarîyê biryarê bide HDP’ê wê nikaribe alîkarî ji xezîneyê wergire.
Jêder: Serhad News