Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan di hefta borî de li Enqerê ragihand ku ewê li seranserê Tirkîyê û herêma Kurdan bi endamê xwe beşdarî hilbijartinê bibin.
Piştî vê daxûyanîyê Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş, ku ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hatîye hilbijartin, roja Pêcşemîyê li parlementoyê serdana HEDEP’ê kir û bi Hevserokê Giştî yê HEDEP Tûncer Bakirhan û rayedarên HEDEP’ê re nîv saet civîya.
Kurtulmuş piştî civînê got, “Di pêvajoya nû de jibo ku tundîyên ku di navbera partîyan de hene nerm bibin û danûstandine partîyan di warê raman de zêde bin, emê li nav meclîsê de înşallah tiştên baş bikin.”
Ev serdan wek serdaneke rûtîne. Piştî ku Kurtulmuş wek Serokê Parlementoyê hate hilbijartin, partîyên ku grûba wan li meclîsê hene serdana tevahîya kir, lê serdana HEDEP di nav hemû partîyan de balkişand.
HEDEP, di nav parlementoyê de piştî Partîya Gel ya Komarê (CHP) sêyemîn partîye û li gor prosedurê jî pêwîste dikir ku di rêza sêyemîn de serdana HEDEP’ê bihata kirin, lê herî dawî serdana HEDEP’ê hate kirin.
Li Enqerê di nav qûlîsên sîyasî de ev yek wiha hate şîrovekirin:
“AKP rawestîya, HEDEP’ê biryara beşdarbûna hilbijartinên şaredarîyê da û piştî vî jî Serokê Meclîsê sedana HEDEP’ê kir”
Ev serdan her çiqas tiştekî rûtîn be jî lê di serê gelek kesan de hin pirs jî çêkir.
Rojnamevan Kemal Avci, ku ew qulîsên Enqerê bi taybet jî yên parlementoyê di nêz ve dişopîne, ji Dengê Amerîkayê serdan Kurtulmuş û gotûbêjên ku tên kirin şîrovekir.
“Ev serdana serokê Parlementoya Tirkîyê Numan Kurtulmuş tiştekî normal e. Berî HEDEP’ê serdana partîyên din kiribû, herî dawî jî serdana HEDEP’ê kir. Lê li vê derê ya girîng ev serdan piştî biryara HEDEP’ê bû. HEDEP gotibû emê li hemû bajaran bi namzedê xwe beşdar bibin. Hemû kes jî dizane ku ev biryar herê zêde kêrî AKP’ê tê û jibo AKP’ê tiştekî gelek girînge” ji Dengê Amerîkayê re got Avci.
Dil hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de HDP’ê, Stenbol û Enqere di serî de li hin bajarên din endamên xwe dernexistibû û piştgirî dabû endamên CHP’ê. Li ser vê yekê jî AKP’ê 11 bajarên mezin winda kir CHP jî li van dere serkeftî bû.
Berî vê serdana Kurtulmuş, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku ew bajarê Stenbolê jibo xwe cîyekî stratejîk dibînîn û armanca wan ya esasî ewe ku vê derê car din paşta bigrin.
Pisporên sîyasî radigîhînin ku biryara HEDEP’ê di vî warî de destê AKP’ê rehet kirîye. Li ber vî jî vê serdana Kurtulmuş wek serdana partîyên din nabînin. Kemal Avci jî balê dikşîne ser dema vê serdanê û nêrînê xwe wiha tîne ziman:
“AKP’ê heta niha li ser biryara HEDEP’ê çi tiştek negot. Bi ya min Kurtulmuş û rayedarên HEDEP’ê li ser vê biryarê rawestîyane. Jibo çi vîya dibêjim, AKP’ê di hilbijartian çûyî de 11 bajarên mezin winda kir û CHP’ê bi piştgirîya HEDEP’ê qezenç kir. AKP ana dixwaze ku vana paşta bigre û pêwîstîya wî jî bi HEDEP’ê heye. Li ber vî jî dibe ku ev mijar di nav herdû partîyan de hatibe gotûbêjkirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, piştî hilbijartinên 14 Gulanê HEDEP di nav gel de ji 600’î zêdetir civîn çêkiribû û nêrîna gel wergirt. Di van civînan de daxwaza gel ew bû ku heke HEDEP tiştekê dike pêwîste eşkere û li pêşberî gel bike.