Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dê 1,000 Bazarên Nû Jibo Kêmkirina Înflasyonê Veke


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Yekşemê got hikûmeta ferman daye koperatîvên çandinî jibo vekirina 1,000 bazarên nû li seranserê welêt bi mebesta ku kelûpelan bi buhayên gûncav bifiroşin welatîyan.

Erdogan da xuya kirin ku ewê ev dikan kelûpelên baş û erzan bidin welatîyan da ku bazaran balans bikin. Niha li Tirkîyê rêjeya înflasyona salane gihiştîye nêzîkî 20%.

Patîya Dad û Geşpêdanê ya desthilatdar jiber bilindbûna înflasyonê û daketina piştgirîya xelkê bo wê di ankêtan de, careke din supermarketên mezin bi bilindkirina buhayan tawanbar kir û vekolîn derbarê wan vekir.

Serokê Tirkîyê derbarê van marketên nû got ku “ev ew cîh in ku buhayên tiştan li gor budceya welatîyên me baş in.”

Înflasyona salane ya xwarinê ya 30%, ku bilindbûneke cîhanî ye di buhayên kelûpelan de, û daketina nirxê lîreya Tirkî bûne eger ku înflasyon hemû salê zêdetir bibe.

Di pênc salên dawî de li Tirkîyê rêjeya înflasyonê pir zêde bûye û zîyan gihandîye dahatên welatîyan û hiştîye Tirkîyê dûrî welatên xwedî aborîyên geş bikeve.

Şîrovekar dibêjin ku kêmbûna credîteya banka navendî ya Tirkîyê sedema serekî ye jibo pirsgirêka înflasyona li welêt. Erdogan her sê fermandarên banka navendî yên dawî jiber cudahîyên derbarê sîyasetan ji kar derxistîye.

XS
SM
MD
LG