Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dayika Şervanekî HPGê Hestiyên Kurê Xwe Di Pakêtekê de Werdigre


Roja înê Kongra Civaka Demokratîk û Partîya Heremên Demokratîk peyamek şermezarkirinê belav kirin. Di wir de hat destnîşankirin hestîyê Egît îpek ku şervanek HPGê bûye bi rêya postaxaneyê hinartine û teslimê dîya wî kirine.

Egît îpekê 15 salî, di sala 2010an de diçe digîje Hêzên Partaina Gel (HPG) ya baskê PKKê. Di sala 2017an de di Dersîmê li girê Xalesorê di pevçûnek de tê kuştin. Ew dem meytê wî teslîmê malbatê nakin. Di sala 2019an de testa DNA encam dide û Dozgerîya Dersîmê (Tuneclî) hestiyê Egit İpek bi kargoya postaxaneyê dişîne Edlîyeya Amedê.

Ji Xalîse îpek re dibêjin "Were pakêtejk te heye" lê eşkere nakin ka nav pakêtê de çi heye.

Xalîse ew dem jiber ku li Stembolê bûye nikare teslîm bigre, piştî mehek şûnda ku vedigere, carek din telefon dikin dibêjin were pakêta xwe bibe.

Dema diçe Edlîyeyê dibîne ku di pakêtek heye û li wir hîn dibe ku hestiyê kurê wê di torbeyek di hundirê pakêtê de ne.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:45 0:00


XS
SM
MD
LG