Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Kuştina Rojnamevanê Ermen Hrant Dînk li Tirkiyê


Mem Botani
Mem Botani

Rojnamevanê navdarê Ermenî yê Tirkîye Hrant Dînk sala 2007’an de hat kuştin. Sernivîskarê Rojnameya Agosê ya li Îstenbulê Hrant Dînk jî alîyê nijadperestekê Tirk ve li ber derîyê rojnameya Agosê rastî erîşa çekdarî hat.

Piştî kuştina rojnamevan Dînk, li bajarê Îstenbulê ev her sal 19’ê çileya paşîn li ber derîyê rojnameyê tê bibîranîn îsal dîsa bi hezaran kes li navçeya Şîşlî ya Îstenbulê di salvegera 12’an ya kuştîna Dînk de hatin cem hev.

Herwiha hevsera Dînk, hevsera Parêzer Tahîr Elçî yê li bajarê Dîyarbekir hat kuştin û jî beşdarî bîranînê bûn.

Ev 12 sal in di van bibîranîn de tê xwestin kiryar werin dîtin û kujer werin darizandin.

İsal jî panqarta “Em edaletê dixwazin Hrant 12” li avahîya rojnameyê hat daliqandin. Pir caran durîşma “Em hemî Hrant in. Em hemî Ermenî ne” hat avêtin.

Axaftina yêkem ya bîranînê hevalê Dînk Bulent Aydin kir. Aydin di axaftina xwe de got “ Ev dazdeh sale Hrant nîne, 12 sale edalet nîne, 12 sale jêgerîn nîne” wî got.

Hevala Dînk Fîlîz Alî ya keça nivîskarê Tirk Sebahattîn Alî yê sala 1948’an hat kuştin jî jibo Dînk axifî.

"Piştî kuştina rojnamevan nivîskar, hunermend û zanyaran di nav civakê de birînên, neyên dermankirin hatin vekirin. Gava ku tu hatî kuştin, yên zarok îro li vir in, bêdeng namînin, pirs dikin, hêvî li vir e. Ev ax ev welat ya me ye.

Hêjayî birxistinê li ser kuştina Dînk dazdeh sal borî. Lê hêj doz berdewam dike. Di sala 2016'an de, darizandin li dijî rayedarên ewlekariyê û rayedarên îstîxbaratê hat destpê kirin. Û ev dosya di doza sereke ya kuştina Dînk ve hat girêdan. Hêj 4 jê girtî 10 fîrarî bi giştî 85 kes tenê darizandin

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00

XS
SM
MD
LG