Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber Nêzîkbûna Hilbijartinê Zextên Ser Kurdan Zêde Dibe


Nuray Ozdogan,
Nuray Ozdogan,

Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirov ya Hiqûqê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Nûray Ozdogan li Enqerê navenda giştî ya HDP’ê ragihand ku di nav meheke de 295 kes hatine binçavkirin û 61 kes jî hatine girtin.


Di nav vanan de rojnamevan, hunermend, sîyasetmedar, endam û rêveberên HDP cî digrin. Ozdagan helwesta dewletê di vî warî de bi tundî rexne dike:


“Di nav meheke de li ser partîya me êrîşên dijwar hatin kirin. Ev reqemê ku em dîyar dikin tenê me bi destxistîye, lê hejmar ji van zêdedir e. Desthilatî hemû hêzên dewletê ji bo hilbijartinê bikar tîne, têr nake li ser partîya me jî çewsandinê bê hiqûqî dimeşîne.”


Ozdogan, amaje dike ku, di meha Adarê û Avrêlê de êrîşên ser partîya wan bêtir zêde bûye û di meha Gulanê de jî ev êrîşana didomin.
Berbijêrê Partîya Çep ya Kesk Omer Farûk Gergerlîoglu armanca van êrîşan ji Dengê Amerîkayê re vegot. Gergerlîoglu ragihand ku sedema van windakirina desthilatîyê û nêzîkbûna hilbijartinê ye.


“Temaşe bikin hilbijartin gava nêzîk dibe desthilatî jî êrîşên xwe zêdetir dike. Çiqas rojnamevanên, hiqûqnas, hunermendên dijber hene hatin binçavkirin. Yek armanca vî heye, bi vî dixwazin ku hemû dijberan biçewsînin û têxin bin kontrola xwe.”


Ji hilbijartinê re kêm roj man, Gergerlîoglu amaje dike ku di vê demê de desthilatî dixwaze kirinê xwe veşêre li ber vî jî rojnamevanan desteserî dike.
Çewsandineke taybet jî li ser jina tête domandin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşer Acar Başaran ev hemû êrîşana ji Dengê Amerîkayê re ragihand û got:


“Em berbi hilbijartineke dîrokî de diçin. Desthilatî her roj bêtir lawaz dikeve û sedama vîya jî windakirina desthilatîyê ye. Li ber vî jî li ser jinan, rojnamevan, hunermend û gelê me jî çewsandinan gurtir dikin. Lê me heta niha beranberî van êrîşan bejna xwe netewan emê ji vî şûndatir jî netewînin.”


Başaran di van salên dawîde êrîşên ku li ser partîya wan hatîye çêkirin jî bibîr xisit û ragihand ku li hemberî vî partîya wan têkoşîneke bê hempa daye:


“Ana bi hezaran endam û rêveberê me hatine girtin û bi salan in ku di girtîgehan de têne zindankirin. Desthilatîya ku 20 salî zêdetire ser kar e hemû hiqûq binpêkirîye û mafên mirovan jî têkbirîye. Ev desthilatî êdî di her alîyê dê xilas bibe û wê biçe jî.”

ED_06_05_2023_Erîş_Desteserkirin.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00
XS
SM
MD
LG