Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mafparêz S. Çoban: Li Tirkiyê Çalakiyên Mafên Mirov Weke Tawan Tên Dîtin


Selahattin Çoban Avûkat û Parêzvanê Mafê Mirovan - Amed-Tirkîye.
Selahattin Çoban Avûkat û Parêzvanê Mafê Mirovan - Amed-Tirkîye.

10’emîn Dadgeha Sulhê ya Cezayê li Stembolê biryara girtina jibo 6 aktivistên mafê mirovan da.

Dîrektora Rêxistina Bexşandinê ya Navnetewî ya Tirkiyê İdil Eser, perwedekar Ali Garawî ku, welatiyê Swêdê ye, ji Komela Welatiyan Ozlem Dalkiran, rojnamevan Peter Steudtner herwisa aktivst Gunal Kurşun, Veli Acû piştî desteserkirina 13 rojan hatin girtin.

Nalan Erkem, İlknur Ustun, Nejat Taştan, Şeyhmus Ozbeklî jî, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Herwisa qedexa derketina derveyê hat danîn û heftê sê divê herin navenda polîsan jibo imze kirinê.

Cîgirê Giştî yê berê yê Mazlumderê Evûqat Selahattin Çoban jibo girtina aktivîstên mafê mirovan got “Tiştek pir xeternak e û xebatên sivîl tên kirmînalîzekirin.”

Wî got di "Atmosfera rewşa awarte de, xebatên asayî tên qedexekirin, çalakvan wek ku têkiliya wan bi rêxistinên terorê ve hebe, serederîya ajanî bi wan re tê kirin, ev kêmaniya dewletê ye. Fedakariya aktivîstan weke sûcdariyek nişan didin.”

"Tirkiye ber bi alozbûnê ve diçe. Helwesta jibo aktivîstan destpêka proseyek nû ye. Piştî derbeyê hesasiyetek, di nav gelê Tirk de çêbûye xebatên mafê mirovan weke xebatên terorî dibinin, gilîyan dikin, dewlet jî van gilîyan qebûl dike. Hem di nav gel de hem di nav dewletê de xebatên sivîl weke xebatên terorê tê dîtin."

Wî got, ev prose û helwest, zextan liser xebatên jibo mafê mirovan girantir dike. Çalakvan di bin gefa tawana terorê de xebatê xwe dimeşînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku,10 aktivistên Mafê Mirovan, li Girava Buyukada ya Stembolê di dema perwerdehiya jibo parêzvanên mafê mirovan li otelê hatibûn desteserkiirn. Aktivst bi tawana endamtiya rêxistina terorê dihatin sûcdarkirin.

Medya nêzî hikumetê aktivîstan bi ajantî/sîxuriyê tawabar dikir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip li Hamburgê derbarê civîna aktivistande di preskonefarnsek de gotibû "Li gorî agahiyên di deste İstixbaratê de ye, ew civîn dewamiya derbeya 15ê Tirmehê ye.”

Girtina Çalakvanan li Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:37 0:00

XS
SM
MD
LG