Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Dayikên Girtiyan Doza Parastina Tenduristiya wan Dikin


Li girtingehê Tirkîyê 3200 girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji vana heta niha 6 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî tendûrîstiya wan di nav xeteriyê de ye.

Dayikên girtîyan her roj ji bo girtîyên ku di greva birçîbûnê de ne çalakî li ser çalakî li dar dixin. Ji van hin dayik jî li Meclîsa Tirkîyê çalakî durist kirin.

Daxwazê dayikan bes yek tişte; ew jî parastina tendûrîstîya zarokên wan in. Ji van dayikan Afîye Bitmez, Nafîye Yîgît û Munîbe Koç hest û daxwazên xwe ji bo dengê Amerîka vegotin.

Afîye Bitmez dibêje, “Em hatin meclîsê ana tiştê ku em dixwazin mafê me ye, tiştekî huqûqîye, lê rayedarên Tirkîyê cavên xwe girtine nabînin û guhê xwe girtine nabîhîzin.”

Ji dayikan Nafîye Yîgît kurê wê di girtingeha Bandirmayê de ye. Daxwazê wê jî nefsî dayikên din in û parastina tendurîstîya kurê wê ye. Gazînda Nafîye Yîgît bêdengbûna gel e. Dadidexuyakirin ku bila ev bê dengî dawî lê bê û kes nemire.

Munîbe Koç jî wek dayîkekê ji bo brayê xwe di nav van çalakîyan de cî digre. Koç bangî Amerîkayê û Ewrupayê dike, dibêje bandora wan li ser Tirkîyê heye bila hewl bidin zarokên wan nemire:

“Ev bê dengî zarokê me dikuje. Ez bangî Amerîka, Ewrupa dikim, çi dibe bê deng nemînin. Zarokê me mafê xwe yê hiqûqî dixwaze. Hêza we li ser Tirkîyê heye, heke hun bixwazin dikarin gavên Tirkîyê paşta bavêjin. Tika dikim ji bo zarokê me hewleke bidin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00

XS
SM
MD
LG