Sazîya Statîstîka Tirkiyê (TUÎK) rêjeyên enflasyona meha Rêbendan 2022’yan eşkere kir. Li gor vê eflasyona mehane, buhayê kelûpelan bi rêjeya 11.10% zêde bû û ya salane jî bi rêjeya 48.7% bilind bûye.
Li gor daneyên TUÎK’ê di meha Berfanbara borî de, rêjeya enflasyonê bi rêjeya 38.06% gihiştibû asta herî bilind. Lê ev asta herî bilind ya 19 salî di meha Rêbendanê de cardî hate şikandin û enflasyon derket sadan 48.7%.
Di 12 salên dawî j deî, navendîya mehane ya zêdebûna enflasyonê sedan 22,58 e. Bihayên hilberîneran derket sedan 10,45 û endeksa bihayên hilberîneran yên salane jî derket sedan 93,53.
Enflasyona xurek li gorî xîmê salane derket sedan 55.61%. Zêdebûna herî kêm bi 10.76% di warê ragihandinê de çê bûye. Di perwerdeyê de 18.67%, di cilûberg û pêlavan de 25.32%, û di tenduristîyê de bi 28.67% zêdebûne çê bûye.
Mehane herî zêde bilindbûna enflasyonê di berhemên titûn û alkolê de xwe dîyar kirîye. Di vexwarinên alkol û titûnê de 21.90% û di xanîyan de 18.91%, di tiştên nav mal de jî 12.90% zêdebûnek çê bûye.
Li gor van daneyên TUÎK’ê jî enflasyon, bilindahîya xweya 19 salî dîtîye. Lê disajî lêkolînên TUÎK’ê ji alîyên hin aborînas û rêxistinên aborîyê ve rast nayên dîtin û rexnê wan li ser van rêjeyan heye. Ew dîyar dikin ku hejmarên rasteqînî ji yên TUÎK’ê gelek bilindtirin.
Opozîsyona Tirkiyê jî angaşt dike ku desthilatî hejmarên rasteqînî ji civakê vedişêre. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî ragihand ku ev hejmarên ku TUÎK’ê eşere kirîye her çiqas bilind be jî lê rêjeyên rast nîn in.