Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatîyên Tirkîyê Metirsî li dor Enflasyonê Hene


Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK) reqemên enflasyonê ya Meha Hezîranê eşkere kirin. Li gorî hejmarên TUÎK’ê Endeksa Bihayên Berxweran (TUFE) ya mehane sedan 0,03 salane jî sedan 15,72 hate dîyarkirin.

Li gorî van hejmaran, ji bo şeş mehan, muçeyên malnişînan rêjeya sedan 5, yê karmenda jî sedan 6 wê bê zêdekirin.

Her çiqas di muçeyan de zemek bê çêkirin jî li gorî enflasyonê ev zemana biçûk dimînin. Ji bo ku zamên ku li ser elektîrîxê, benzîn û xazê, şekir û hwd. hatîye çêkirin di rêjeya sedan 15 an de wê bavêjin ser enflasyona meha Tîrmehê.

Welatîyên Tirkîyê him li ber qeyrana aborî û him jî li ber bilindbûna bihayên tiştan di nav metirsîyeke de ne. Li kolanan ji bo Dengê Amerîkayê welatîyên Tirkîyê di vî warî de nêrînên xwe dîyar kirin.

Jimaryar Dîlan Orhan got:

“Min di zanîngehê de beşa aborî xwen. Ez ana karê jimaryarîyê dikim. Ji bo pêzanîna aborîya Tirkîyê pêwîst nîne ku mirov beşa aborîyê bixwîne. Wek hemwelatîyek dema em tiştekê distînin qeyrana aborîyê di jiyana xwe de dibînin. Ana dibêjin ku qeyran nîne, enflasyonê daketî nîşan didin, lê ya rast ev nîn e. Dema welateke de aşitî tunebe, wekhevî tunebe qeyran jî wê her gav bibe.”

Xwendevan Unsal Samanci dibêje:

“Ez xwendevan im. Lê mecburim ku bixebitim, ji bo ku debara xwe nikarim bikim. Lê her çiqas bixebitim jî disa jî têra min nake. Ez tenê wisa nîn im, hemû der û dorê min jî nefsî min in.”

Îsmaîl Atay ku karmend e ji aliyê xwe ve dibêje:

“Ez karmendekî dewletê me. Dibînim ku enflasyonê zêde bilind nîşan nadin. Lê zemên ku ser muçeyên me de tê çêkirin, bi hiç awayeke bi kêrî me nayên. Ji bo ku muçên me kêm bidin TÛÎK enflasyonê daketî eşkere dike. Lê zemên ku hatin çêkirin hîç jî wek TÛÎK’ê nabêjin.”

Karker Burçîn Ay jî got:

“Ez li kafeyeke kar dikim. Yê me setora taybete. Lê her çiqas kar bikim jî disa jî nikarim debara xwe bîkim. Sedama vî jî bihabûnîya tiştan e. Li vî welatî her roj zem tê çêkirin, enflasyon bilind dibe, bi vê nevê ev jî ser me de xwe nîşan dide.”

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00

XS
SM
MD
LG