Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Partîyên Kurd Êrîşên Îranê Dijî Kurdan Şermezarî Dikin


Li Tirkiyê partîyên Kurd li ber êrîşên Îranê yên ser Kurdan bertêk nîşan dan.

Serokê Giştî yê Partîya Azadî û Mafan (HAK PAR) Duzgun Kaplan, ji alîyê Îranê ve êrîşên ku li ser herêma Kurdistanê hatin kirin bi daxûyanîyeke nivîskî şermezar kir.

Kaplan ragihand ku, rejîma îranê ya kolonyalîst wê bi vî şiklî têk biçe. Kaplan hestê xwe wiha dîyar kir:

“Rejîma Îranê ya kolonyalîst heke wiha berdewam bike wê di xwîna xwe de bifetise. Dewleta Îranê careke din bi barbarî û nenasîya heq û bêhiqûqîyê de, xwe di rojeva dinyayê de car dîyar kir. Hêleke de keçên Kurdan dikujin di hêla din de jî li ser axa Başûrê Kurdistanê bombeyan dibarînin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.”

Ji alîyê rejîma Îranê ve hin êrîş li ser barûdoxên partîyên Kurd yên Îranê jî hatibûn çêkirin. Kaplan, di daxûyanîyê de piştgirî da PDK-Î, Komele û PAK’e û di vî warî de jî nêrînê xwe wiha ragihand:

“Ev êrîşana bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Rejîma kevneperest û kolonyalîst ya Îranê, ji kirina curmên xwe yên ne mirovî dest venakşîne. Ev rejîma xwînxar û çavsor, zu an dereng, wê di xwîna xwe de bifetise. Wek HAK-PAR em rejîma Îranê ya barbar bi tundî protesto dikin û piştgrîyê didin PDK-Î, Komele û PAK’ê.”

Li ser êrîşên Îranê, daxûyanîyek jî ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hat.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li navenda partîya xwe de civîneke çapemenîyê durist kir û ev êrîşên Îranê şermezar kir. Gunay, daxuyandin ku ji alîyê dewletên herêmê ve Kurt têne dorpêçkirin.

Gunay, ev êrîşana wek dijminatîya Kurdan binav kir û hestê xwe wiha anî ziman:

“Ev êrîşên dewleta Îranê raste rast dijminatîya li hemberî Kurdan dîyar dike. Ev êrîşana bi tevahî aşitîyê ji holê radike û hawirdoreke şer dide pêş. Ev yek jî li heremê aramîyê tehdît dike, ewlekarîyê jî ji holê radike. Êrîşên ku li hemberî Başûr û Rojava tên çêkirin ev yek jî gelek baş dorpêçkirina Kurdan dîyar dike.”

Gunay bangî hêzên navnetewî, Hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê û Yektîya Ereban jî kir û daxûyakirin ku bila li hemberî êrîşê Îranê bêden nemînin û bila berpirsîyarîyê bigrin ser milên xwe.

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG