Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Kuştina 12 Leşkeran, Tirkiyê Li Îraq Û Sûriyê Êrîşên Esmanî Pêk Anîn


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku hêzên esmanî yên Tirkiyê roja Şemiyê êrîşên esmanî li bakurê Îraq û Sûriyê pêk anîn û 29 armancên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wêran kirin, piştî ku di du rojên borî de 12 leşker li bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) hatin kuştin.

Wezaretê got armancên ku hatine lêdan ew baregeh, stargeh û bingehên neftê ne ku tê texmînkirin ku ji hêla mîlîtanên PKKê ve têne bikar anîn.

Wê negot êrîşên esmanî li kîjan herêmên bakurê Îraq û Sûriyê hatine kirin.

Wezaretê roja Şemiyê ragihandibû, ku di du rojên borî de 12 leşkerên Tirkiyê di şer û pevçûnên li gel çekdarên PKKê li bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) hatine kuştin.

Wezaretê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku artêşê li dijî armancên PKKê operasyon pêk anîn û di pevçûnan de herî kêm 16 endamên PKKê hatin jinavbirin.

Tirkiyê bi giştî peyva "jinavbirin" bi wateya kuştin bikar tîne. Wezaretê her wiha got 7 milîtan roja Înê hatin kuştin.

PKK, ku ji aliyê Tirkiyê, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve weke komeke terorîst hatiye binavkirin, di sala 1984an de li dijî dewleta Tirk çek hilgirtin.

Tirkiyê bi berdewamî êrîşên esmanî li Îraqa cîran pêk tine, di çarçoveya êrîşa xwe ya li dijî çekdarên PKKê de.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG