Medyaya dewletê roja Yekşemê ragihand ku polîsê Tirkiyê got wan belge li ser ti gefeke şênber ya dijî biyaniyan nedît piştî girtina 15 bergumanên grûpa Dewleta Îslamî, ku bi armanckirina qunsulxane û cihê ayînî yên ne misilman tên tawanbarkirin.
Hefteya borî, çend qunsulxaneyên Ewrupî li Stenbolê idîaya "sedemên ewlehiyê" hatin girtin û çend dewletên rojavayî hişyarî dabûn welatiyan li dor metirsiya zêde ya êrîşan li ser nûnertiyên dîplomatîk û cihên olî yên ne misilman li Tirkiyê, piştî zincîreke xwepêşandanên şewitandina Quranê li Ewrupayê.
Ajansa Anadol ya dewletê li ser daxuyaniya polîsê Stenbolê ragihand ku 15 gumanbar "ji bo aramancgirtina qunsolosxaneyên Swêd û Holenda û her wiha cihên olî yên xiristiyan û cihûyan, ferman wergirtine".
Daxuyaniyê got, di dema ku peywendiyên gumanbaran bi girûpa cîhadî re hatin piştrastkirin, ti gefên berbiçav li dijî biyaniyan nehatin dîtin.
Enqerê gazî 9 balyozên xwe kir ji bo rexnekirina girtina hevrêz ya qunsulxaneyên Ewrupî û berpirsên Tirkiyê paşê got ku welatên rojavayî agahî parve nekirine ku îdiayên xwe yên li ser gefa ewlehîyê piştrast bikin.
Tirkiyê guftûgoyên endamtiya Swêd û Fînlenda bo NATOyê rawestandin, piştî xwepêşandanekê li Stockholmê ku tê de deqeka Qurana pîroz a misilmanan hat şewitandin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Şemiyê nerazîbûna Tirkiyê dubare kir li dor nebûna ti kiryaran ji aliyê Swêdê ve li hemberî saziyên ku Enqerê bi çalakiyên terorîstî sûcdar dike.
Tirkiyê û Swêd û Fînlendayê di Hezîrana sala borî de peymanek îmze kiribûn, bi mebesta derbaskirina nerazîbûnên Enqereyê li ser daxwaznameyên wan ên NATOyê.
Welatên bakurî soz dabûn ku ew ê di serî de li dijî endamên xwecihî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya qedexekirî helwestek tundtir bigirin, lê dibêjin ew nikarin hemî daxwazên Tirkiyê pêk bînin.
Çavkanî: Reuters