Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê li dor Pevçûnên Al-Aqsa Îsraîlê bi Terorê Tawanbar Dike


Tirkîyê îsraîl rexe kir û ew bi bikaranîna terorê li ser Filestînîyan tawanbar kir, piştî ku polîsê Îsraîlê doh Înê gulleyên plastîk û bumbeyên dengîn li dijî ciwanên Filestînê bi kar anîn li mizgefta Al-Aqsa ya Orşelîmê(Qudis). Ciwanên Filestînê kevir avêtin polîs.

Pevçûnên li sêyem cihê herî pîroz î Îslamî û li dora Rojhilatê Orşelîmê, ku di encamê de 205 Filestînî û 17 polîsên Îsraîlî birîndar bûn, di demekê de dibin ku girjî derketine pêş li dor derxistina pêşbîn a hin Filestînîyan ji maline ku hin Îsraîlî Îdîaya xwedîtîyê li wan dikin.

Li dor van pevçûnan, hejmarek berpirsên Tirk rexne li Îsraîlê kirin û bang li welatên din jî kirin ku Îsraîlê şermezar bikin.

Wezareta derve di daxuyaniyekê de bang li Îsraîlê kir ku “di zûtirîn dem de helwesta xwe ya dijminahî rawestîne.”

Peyvdarê serokayetîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin derengî Înê di Twîtekê de got:

“Şerme ji Îsraîlê re û ji yên ku li beramber van êrîşên bêrêz bêdeng dimînin re.”

XS
SM
MD
LG