Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekirina Mizgefta Taksîm Li Îstenbulê Tê Çi wateyê?


Cara yekê projeya çêkirina Mizgefta Taksîm li Îstenbul’ê sala 1967’an hatibû rojeva Tirkîye û do roja Înê li Îstenbul’ê bi beşdarbûna bi hezaran kesî û Serokê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan di salvegera xwepêşandanên “Parka Gezî”de hat vekirin.

Erdogan cara pêşîn sala 1994’an berîya hilbijartinên heremî li Îstenbul’ê ji rojnamevanan re gotibû ku ewên mizgeftekê li Taksîm’ê çêbikin û wiha anîbû ziman “Jibo turîzma Îstenbul’ê ev herem cîhê herî girîng e. Eger mirovek ku were vê herêmê û dema ku ew vê mizgeftê bibîne dê fêr bibe ku ew li bajarekî Îslamî ye. Bi izna Xweda çêkirina vê mizgeftê bibe bara me.” Wî gotîbû.

Bi derbazbûna 27 salan do roja În’ê Erdogan vê carê di vekirina Mizgefta Taksîm de careke din axifî.

“Ez Mizgefta Taksîm wekî silavek ji Mizgefta Ayasofya re dibînim ku me berîya çend mehan jibo îbadetê ji nû ve vekir, û wekî diyarîyek jibo salvegera 568’an ya bidestxistina Îstenbul’ê dibînim. Dema ku ez serokwezîr me xwest ku em mizgeftê çêbikin lê wî demî bi bûyerên “Parka Gezî” nehat xwestin ku were çêkirin.” Wî got.

Hêjayî gotinê ye ku di dîroka Tirkîyê de li ser projeya Mizgefta Taksîm ev salên dirêjin nîqaş dihat kirin û li dijî çêkirina wê gelek biryarên dadgehê jî hatibûn dayîn.

Lê biryara dawî sala 2015’an de ji alîyê Dadgeha Civata Dewletê (Daniştay) ve hatibû dayîn û rêya çêkirina Mizgefta Taksîm’ê hatibû vekirin. Komîteya Parastîna Mîrateyên Çandî ya Îstenbul’ê jî proje pejirandîbû û sala 2017’an de avakirina Mizgefta Taksîm destpêkirîbû.

Bi vê yekê ve girêdayî Mizgefta Taksîm di çar 4 salan de hat temamkirin û do hat vekirin. Ev mizgeft bi taybetî ku ev 4 sal in di nav oldar û sekulerên Tirkîye de jî bibû sedema nîqaşên hişk.

Jibo Tirkîye girîngîya vê mizgeftê çî ye? Çima evqas derket pêş û li ser çêkirina mizgeftê kî çi dibêje?

Îlahîyatnas û nivîskar Îhsan Elîaçik ser vekirina mizgeftê dîyar kir ku, bi çêkirina Mizgefta Taksîm Erdogan dixwaze ku xwe wek xizmetkarê Îslam’ê nîşan bide lê ew dibêje ku ev yek ne rast e.

“Lê dema pişta vê planê binêrin em dibînin ku li gor lêkolînan li Tirkîye nêzî 100 hezar mizgeftan hene û nîvê wan ne pêwîst in. Jixwe li Taksîm’ê mizgeft heye û jiber vê yekê jî mizgefteke nû li Taksîm’ê ne pêwîst bû. Herwiha çêkirina vê mizgeftê dijî xwepêşandanên “Parka Gezî” ye. Jixwe di heman deme de di vê projeyê çêkirina Mall o otoparqê jî hebû bi temamî projeya rantê bû.” Wî got.

Ihsan Eliacik
Ihsan Eliacik

Li alîyekî din ve jî Elîaçik bawer dike ku Erdogan bi çêkirina vê mizgeftê peyamên sîyasî dide derveyî Tirkîye jî.

“Erdogan xwe wek nûnerê misilmanan û Tirkîyê jî wek kelha Îslam’ê dibîne û Ewrupa jî wek kelha Xiristîyanan dibîne. Bi vekirina Mizgefta Ayasofya û Mizgefta Taksîm jê peyaman dide Ewrupa. Lê ev peyam bi temamî vala û bêwate ne. Dîsa ev mizgeft jibo ku dizîyên xwe veşêrin têne kirin.”

Herwiha Seroka Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmaran ya Tirkîyê (TMMOB) Mucella Yapici jî li ser çêkirina Mizgefta Taksîm tîne ziman ku “Mizgefta Taksîm ne projeyek zanistî an jî teknîkî ye ku ev proje bi temamî sîyasî û îdeolojîk e.”

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:27 0:00


XS
SM
MD
LG