Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarê Stembolê Ekrem Îmamoglu Derbarê Barîna Berfê De Axifî


Şaredarê Stembolê Ekrem Îmamoglu derbarê barîna berfê ya 4-5 rojan de ku berîya 3 rojan destpêkiribû careke din axifî û wî got ku roja Şemîyê jibo bajêr roja herî krîtîk e.

Îmamoglu di çarçoveya agahîyên nû de li Navenda Kordînasyona Afetê (AKOM) ya ya li taxa Eyubsultanê daxuyanî da. Îmamoglu destnîşan kir wan li gor pêzanînên meteorolojîyê yên digotin roja Şemî’yê ji hemû rojên din zêdetir dê berf dê bibare, tedbîr girtine.

Herwiha Îmamoglu jiber barîna berfa zêde hişyarî da welatîyan jî û wiha anî ziman “Ji bilî rewşên neçar bila ti kes dernekevin û nekevin trafîkê û jiber ku li hin deverên bajêr bilindîya berfê dê bigihîje 30 heta 50 santîmetreyî. Lê xizmetên şaredarîyê bi temamî û bê kêmahî dê bidome.”

Îmamoglu bal kişand ser sermaya Îstenbul’ê jî û got ku piştî 30 salan care yekê ye ku Stembol evqas dicemide.

“Îro 12’ê Adar’ê roja Şemî’yê baya herî sar a 30 salên dawî danê sibê hat pîvandin û ev pile îşev -4,4 çar hat pîvan. Ango me şeva herî sar a meha Adar’ê jîyan kir.”

Dîsa Îmamoglu bi berdewamîya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku biryara Walîtîya Stembolê ya betlaneya dibistanan û iznên daîreyên fermî jibo bajêr girîng bû.

Îmamoglu got:

“Şaredarîya Bajarê Mezin Stembolê bi 2000 wesayît û nêzî 10 hezar karkeran li qadan e. Di 4 rojan de bi tevahî 44 hezar ton xwê hatiye bikaranîn. Ez dixwazim bê zanîn ku jibo pirsgirêkan hemî hewcedarîyên me hene,”

Îmamoglu li alîyekî din ve jî dîyar kir ku ji destpêka barîna berfê heta niha 198 hezar pakêtên xwarinê hatin belavkirin.

Wî got:

“Xizmetên me yên destavê berdewam kirin. Herwiha 675 welatîyên bêmal ji alîyê şaredarîyê ve hatin pêşwazîkirin û rojane li 655 cîhan 2 ton xwarin li sewalên bêxwedî hat belavkirin.”

Raporta Deng/ Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG