Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

İyi Parti li Amedê Duyem Kongira Asayî ya Bajêr li Dar Xist


Kongira Iyi parti li Amedê
Kongira Iyi parti li Amedê

Seroka Giştî ay İyi Partiyê Meral Akşener jî beşdar bû û li wir gotarek pêşkêş kir.

Akşener gotara xwe de AKPê kir hedef û destnîşan kir dayikên ku di xema têrkirina zikê zarokê xwe da, bavên ku di bin deynan da xuzî bûne, ciwanên ku heqê wan hatine xwarin, jinên ku li wan tundî dibe, di damezrandina partiya wê da cî girtine.

Akşener got, ‘’İyi Parti ji aliyê Tirk û Kurd û Zazayên ku zarokên xas ên vî welatî ne, ve hate damezrandin.''

Wê anî ziman digel hemî nebûyan Diyarbekir hemêza xwe, deriyê dilê xwe ji wan re vekirîye û Diyarbekir ji bo welat ji têkçûnê rizgar bike, li rex wan e.

‘’Ev xak bi merdbûna xwe bi mêvanperwerî û qedirzanîya xwe tê naskirin. Ez dizanim li vî bajarî herim ber deriyê kê wê deriyê xwe li min veke.”

Wê destnîşan kir ku di desthilatiya AKPê de welatî di aliyê xizanî û birçîbûnê de bûn wek hev.

Wê got, ‘’li welatê me îro Tirk û Kurd û rast û çep nemane, tenê tiştek heye, AKP û yên ne AKP. Têgîştinek ku xwe weke axa, gel jî weke xulam dibîne heye, sîstemek bêwicdan ya li ser tirs û xofê xwe didomîne, heye.”

İyi Partî, digel CHP Tifaqa Millî ava kir ku ji salek zêdetir de digel çar partiyên din yên opozîsyonê bi navê maseya şeş alî li hember AKP û MHP xebatan dikin. Ev tevger, dixwaze vegere sîstema parlamenterî û dawî li sîsetam serokatiyê bîne. Lê Akşener taybet di maseya şeş alî de bi helwesta xwe ya ku li dijî HDPê disekine tê naskirin.

Akşener li Amedê ne behsa HDPê kir ne jî namzedên maseya şeş ali.

Ji bo zanyariyên bêhtir raporta Deng veke

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:41 0:00

XS
SM
MD
LG