Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Amedê Ya Partîya Baş Digel 12,750 Endam Dest Ji Kar Kişand


Serokê Amedê yê Partîya Baş, Vejdîn Ensarîoglu roja Şemîyê li Amedê bi preskonferasnekê da zanîn digel 12,750 endamê İyi Partîyê û tevî hemî rêvebirîyên navçeyên Amedê dest ji Partîya Baş berdidin.

Hêjayî gotinê ye ku ev biryar piştî nîqaşên li ser navê Şêx Seîd hate girtin.

Hefteyek berê Şaredarîya Amedê ragihand ku rêyeke ava dikin bi navê ‘Bulwara Şêx Seîd’ lê piştî ev nûçe belav bû taybet ji partû kesayetên netewperest û kesan, li dijî Şêx Seîd gotinên nexweş hatin gotin, heqaret û dijûnan kirin. Yek ji wan rojnameger Fatîh Altaylî bû ku jibo Şêx got ‘’Bê heysîyet û bê şeref’’

Baroya Amedê û Komela Şêx Seîd li Fatîh Altayli û çend kesên ku dijûnan kirin doz vekirin.

Salim Ensarîoglu ku ew ji Amedê ye û yek ji endamê damezrînerê İyi Partîyê ye û parlamentere Stembolê ye.

Ew li dijî heqretan derket û Şêx Seîd weke nîrxek civakê pênase kir.

Wî li ser twîterê bi peyamek bertek nîşanê wan kesan da û got: ''Devlet divê ciyê Şêx Seîd û Seyîd Riza eşkere bike lê nekir û ciyê wan weke sirrê dewletê diveşêre, ev li dijî aqilê ye û li dijî aşitîya bîr û hafizayê ye.''

Lê berdevkê İyi Partîyê Kurşat Zorlu ragihand li ser dexwaza Meral Akşener ew Salim Ensarîoglu sewqê dîsîplînê dikin.

Vejdin Ensarîoglu
Vejdin Ensarîoglu

Ensarîoglu jî doh li ser platforma X’ê peyamek belav kir û partîya xwe rexne kir û ragihand êdî ew nikare di nav vê partîyê de bimîne û îstîfa dike.

Hêjayî gotinê ye ku serokê Amedê yê Partîya Baş (İyi) Vejdîn Ensarîoglu, kurê Salim Ensarîoglu ye û ew di hilbijartinê de bû namzede parlamentere Amedê yê İyi partiyê.

Wî li avahîya İyi Partî ya Amedê daxuyanî da û dazanîn piştî daxuyanîya jibo Şêx Seîd li ser medya civakî li dijî Salim Ensarîoglu gelek êrîş çêbûn, hedef hate girtin.

''Yên ku tehamulê wan ji naaşan re nîne divê bizanin li ciyê ku mezinê me Salim Ensarîolgu lê namîne kare me jî li wir nîne.’’

Vejdîn Ensarîoglu jibo Dengê Amerîka bi zazakî daxuyanîyek taybet d. Destnîşan kir şeş sal in serokê îyi Partî yê Amedê ye, heta neha tu mudaxaleyek li ser wan çênebûye bi îrada xwe biryaran dane.

''Heta kongreya dawîn tu pirsgirêk tunebû lê ji kongre şûnda me dît ku partî ber bi netewperwerîyê da diçe.

Li devera me Şês Seîd, Seîd Nursî pêşeng û rûsipîyên civakê ne, ku heta neha me nehîşt ku heqaret li wan bibe. Heta me ji partîya xwe xwest ku jibo ciyê gora wan tespit bibe bila li parlamenê pirsîyarname were peşkeş kirin.

Lê jibo navê Şêx li ser rê datînin, partîya me bertek nişan da, berdevkê partîyê bertek nişan da. Ez serokê Dîyarbekirê yê İyi Partîyê me û divê bi normal li ser vê mijarê berîya daxuyanî bide bi me re îstîşare bike, lê nekirin.

Digel wê, Salim Ensarîoglu mezinê me ye, wezîrê berê ye, xizmetên wî gelek in, hê jî miletê me pir qîmet dide, rêz û hermetê nişan didin, ew mirovek li ser sîyasetê ye. Kurşat Zorlu berdevkê partîyê ye û du roj em sekinîn ka jibo mesele wê li me bigerin an na.

Paşê jî Salim Ensarîoglu li ser twîterê peyamek belav kir. Jibo wê ew bi xiyaneta watanê hate ithamkirin.

Salim Ensarîoglu ne mirovek ji rêzê ye li heremê gelek kes hez jê dike, hurmet nîşan dide. Lê partîya me çi kir, rabû Salim Ensarîolgu da dîsîplinê. Ma qey ew zarokek lîseyê ye? Wî qasî temenê Kurşat Zorlu sîyasetê kirîye. Di cîyê ku gazî bikin, biaxivin, mesele fêm bikin yekser ew sewqê dîsîplînê kirin.

Li ser vê kirine rêvebiriya Amed û navçeyan, digel 12 hezar û 750 endamê partîyê, me biryar da ku em ji İyi Partiyê îstîfa dikin.’’

Vejdîn Ensarioglu bawer dike ku li bajarên heremê îstîfakirina ji îyi Partiyê dê bidomin.

Herwiha anî ziman ew neha serbixwe dimînin û ji hemî partîyan re jî mesafeya wan yek e.

XS
SM
MD
LG