Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Li Tirkîyê Çewsandinên Ser Rojnamevanan Her Roj Zêde Dibin


Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) vê dawîyê raportek bi navê “Li Tirkîyê Rojnamevanî: Lêkolîna Profîl û Têgihiştinê” weşand.

Di vê raportê de rewşa rojnamevanên Tirkîyê di warê mafên mirov, çewsandinên sîyasî, sansûr, şert û mercên karkirinê û aborî de di çi astê de ye tên dîyarkirin.

Di Cotmeha sala 2022’an de cara yekê li Tirkîyê Qanûna Dezenformasyonê kete rojevê. Rêxistinên rojnamevanan vê qanûna li ser medyayê wek çewsandineke rojnamevanan dîyar dikin.

Di lêkolîna TGS’yê de ji sedî 54,8 ji rojnamevanan xwe di bin givaştinên sîyasî de dibînin.

Ji sedî 42,8 ji rojnamevanan jî xwe dibêjin ew rastî sansûrê dikin. Di nav van de jî ji sedî 25,3 xwe di nav xwe-sansûrkirinê de dibînin. Rêjeya yên ku xwe di nav xwe-sansûrkirinê de nabînin ji sedî 36,9 e.

Rojnamevan bi zextên sîyasî di warê aborîyê de jî li ser xwe hest dikin. Li gor vê lêkolînê, ji sedî 37,1 di warê berdewamkirina fînansê de, ji sedî 29 di warê şert û mercên xebatê de û ji sedî 24,7 jî xwe di bin çawsandina kardêran de dibînin.

Serokê Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) Kivanç El ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku zextên sîyasî yên ser medyayê ti gav kêm nabe û her sal bêtir zêde dibe.

“Ji ber zextên sîyasî êdî li Tirkîyê rojnamevan jî nikarin karê xwe bikin. Li hemberî medyaya Tirk bawerî jî her ku diçe kêm dibe. Em vê yekê jî wiha dibînin; bêtir kes ji ber ku bi medyaya Tirkîyê bawer nakin geşedanan di medyayên biyanî de dişopînin. Çima? Ji ber ku azadîya medyayê li Tirkîyê nemaye.”

Kivanç El
Kivanç El

Li Tirkîyê çewsandineke taybet jî li ser rojnamevanên Kurd xwe didomîne. Di 8’ê Hezîrana 2022’an de, Amed di serî de li hinek bajarên Tirkîyê gelek rojnamevanên Kurd hatin girtin.

Parlementera Partîya Çep ya Kesk ya Amedê Sevîlay Çelenk Ozen, li ser van girtin û binpêkirana mafên rojnamevanên Kurd raporteke taybet amade kir.

Sevîlay Çelenk Ozen
Sevîlay Çelenk Ozen

"Neheqîyeke mezin ji alîyê desthilatîyê ve li ser rojnamevanên Kurd tê meşandin. Hemû ekîpmanên JînNews, Çêkerîya Pel û Pîya di dema sergirtina ofîsê de komkirine û birine. Lê tiştekî din jî dikarim bêjim ku li vî welatî rojnamevanên jin bêtir armanc têne girtin. Temaşe bikin di warê girtina rojnamevanên jin de Tirkîye li tevahîya dinyayê di rêza dûyemîn de ye,” Ozen ji Dengê Amerîka re got.

Li gor Endeksa Azadîya Çapemenîyê ya 2023 ya rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), di nav 180 welatan de Tirkîye 16 rêz li paş ketîye û bûye rêza 165’emîn.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/ Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG