Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Şertên Rêziknameya Dayîn û Betalkirina Kertên Rojnamevanîyê Tên Guhertin


A Turkish flag suspended between two skyscrapers flutters in the wind, in Istanbul, Thursday, April 23, 2020. Turkey celebrates National Sovereignty and Children's Day on the 100th anniversary of the foundation of Turkey's parliament. Turks in the…
A Turkish flag suspended between two skyscrapers flutters in the wind, in Istanbul, Thursday, April 23, 2020. Turkey celebrates National Sovereignty and Children's Day on the 100th anniversary of the foundation of Turkey's parliament. Turks in the…

Piştî ku Tirkîyê ji sîstema parlementerîyê derbazî sîstema serokatîyê bibû ji alîyê serokatîya ragihandinê ve gelek kertên rojnamevanan hatibûn betalkirin û dema dayîna kertan hatibû dirêjkirin û ev jî bibû sedema rêxneyên rêxistin û sazîyên rojnamevanîyê.

Herwiha niha jî jiber guhartinên nû jiber ku madeyên serî vekirî ango ne zelal jî hene dibe sedema rexneyên nû.

Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkîyê (TGS) û Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapxaneyan ên Tirkîyê (Basin-Îş) ser guhartinên nû nerazî ne û dîyar dikin ev guhartinên dê pirsgirêkên nû bi xwe re bîne.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkîyê (TGS) Gokhan Durmuş dîyar dike ku ev guhartinên nû dê bibe sedema betalkirin û nedayîna gelek kertên rojnamevanan.

Wî got:

“Berîya niha di derbarê rojnamevanan de piranîya biryaran komîsyonê dida û niha jî serokê Serokatîya Ragihandanê Fahrettîn Altun dide û bi guhertînên nû serokatî dikare bi keyfî qertên rojnamevanan li ser nûçeyan hatine amadekirin jî betal bike. Dîsa bi çavê serokatîyê ev nûçe piştgirîyê bide rêxistinên terorî an jî dijî ewlehîya dewletê be jî dikare qertê rojnamevanîyê betal bike. Ji nû ve dayîna qertên betalkirî jî bi vekirina doz û biryarên dadgehan ve dê pêkan be.”

Gokhan Durmuş
Gokhan Durmuş

Durmuş bi berdewamî jî anî ziman ku hejmareke zêde rojnamevan li Tirkîye jiber nûçeyên xwe li dadgehên ne serbixwe û dijî hiqûqê têne darizandin û ew bawer dike ku bi guhartinên nû dê bibe sedema betalkirina gelek qertên rojnamevanan.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Çapxaneyan ên Tirkîyê (Basin-Iş) Faruk Eren jî dibêje ku ev guhartinên nû dê bibe sedema biryarên keyfî.

Faruk Eren
Faruk Eren

“Berîya niha jî me dixwest ku qertên rojnamevanan ne ji alîyê dewletê ve were dayîn. Lê niha rewş pir xirabtir e. Desthilat bi van guhartinan dixwaze ku li gorî sere xwe rojnamevanan hilbijêre. Jixwe ev demeke dirêje wiha tevdigere û naxwaze nûçeyên dijî wê werin amadekirin.”

Hêjayî gotinê ye ku hem TGS û hem jî Basin-Îş’ê destnîşankirin ku dê jibo betalkirina guhartinên nû di rojên pêş de gavên hiqûqê jî bavêjin.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00


XS
SM
MD
LG