Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Murat Yilmaz Behsa Girtina Rojnamevanê Nemsayî Dike


Murat Yilmaz, parêzerê rojnamevanê Nemsayî Zirngast ku berî 10 rojan li Tirkiyê hatibû girtin jibo Dengê Amerîka behsa girtina wî kir.

Yulmaz got:

“Dadgehê pirsa hin pirtukên siyasetmedar û nivîskar Hîkmet Kivilcimli kir. Nivîsên wî, yên di rojnameya Toplumsal Ozgûrlûk de hatî weşandin, pir hatin kirin. Ji bilî van jî tiştek din tune”

Yilmaz behsa rexistina TKP Kivilcim ji kir û got:

“Ji xwe rêxistina neqanûnî ya behsa wê tê kirin di rastîyê de nîne. Ti bizavîyên vê rexistinê nehatine dîtin. Dadgehê ti belgeyên ku bi vê rêxistinê re giredayîne diyar nekirin.”

Yilmaz got balyozxaneya Nemsa jî jibo girtina welatîyê wan Zirngast rojane agahîyan distînin.

Hêjayî birxistinê ye ku bi girtina rojnamevan Zirngast li Tirkîyê hejmara rovnamevanên girtî gihîşt 144’an.

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00

XS
SM
MD
LG