Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Diyarbekirê Rojnameger Dicle Mutfuoglu Tê Desteserkirin


DFG
DFG

Dîcle Mufuoglu, Hevseroka Komela Rojnamegerên Dîcle û Feratê, di operasyonek serdozgerîya Wanê da, li Amedê hat desteserkirin.

Digel Muftuoglu, li bajarê Wan, Hekarê û Muglayê 11 kes di vê operasyonê de ji roja duşemê vir de desteserkirî ne.

Dozgerî dema binaçvkirinê çar rojan dirêj kir.

Wîlayeta Wanê bi daxuyaniyek ragihand ku 11 kes muxalefetiyê kirine li dijî qanûna pêşgirtina alîkarîya diravî ya rêxistinên terorê û di dewamiya daxuyaniyê de destnîşan kirîye 11 kes pere hinartine ji girtîyên ku li girtîgeha Wanê ji cezayê endamtiya rêxistina terorê girtî ne.

Hevserokê Komela Rojnamegerên Dîcle û Feratê Serdar Altan ji Dengê Amerika re da zanîn, hevala wan Dîcle Muftuoglu piştî polêsan avêtiye ser mala wê, jibo îfade bide bixwe çûye nivîsngeha polêsan û ji wir hatiye binavkirin.

Serdar Altan daxuyakirin hevalê wan ê rojnameger ên girtî hene li Wanê. Nedim Turfent û Ziya Çalişkan. Serdar Altan got ew texmin dikin Dicle ji van hevalê xwe re pere hinartibe.

Wî pere hinaritna rojnamegerek bibe hiceta binçavkirinê weke pêkonik binav kir û got ‘’Sedem çi be jî armanc ewe ku dixwazin pêkutiya li ser rojnamegeran zêde bikin.’’

Komela Dicle û Feratê daxuyaniyek da û bangewaziyan jî kirin li sazî û dezgehên rojnemegran da ku deng bilind bikin.

‘’Ev desthilatî dixwaze li ser tirşe bêdengiyek çêke û hêza xwe ji bêdengiyê distîne. Desthilatîya AKP û MHP demek dirêje çapameniyek bixwe ve girêdayî ava kirine.’’

Komela Rojnamegerên dîcle û feratê her meh derbarê rewşa raojnamegeriyê de raporan amade dikin. Li gorî daneyên meha rapora meha Gulanê li Tirkiye 66 rojnameger girtî ne

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:42 0:00

XS
SM
MD
LG