Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê 7 Rojnamevan Serbest Tên Berdan


Hikûmeta Enqerê îro Yekşemê 7 rojnamevanên rojnama Cumhuriyet ya opozisyon serbest berdan, lê rojnamevanên ji girtîgeha Silivri ya nêzkîkî Stenbolê hatin berdan, xemgînîya xwe anî ziman jiber ku 4 hevalên wan bi tawana têkiliya wan bi grûba terorê ve hêjî di girtîgehê dene.

Rojnamevanên hatine girtin, dadgehkirina wan dê berdewam bibe, dadgeriyê doza wan bo roja 11 Îlonê paşxistîye, eger tawana liser wan tesbît bibe, ewê heta 43 salên zîndankirinê bihên sizadan.

Li Tirkiyê her tim, rojnamevan bi tawan alîgirya sê rêxistinan tên girtin û dadgehkirin, yên ku Tirkiye wan weke rêxistinên terorîst dibîne ew jî; Partîya Karkerên Kurdistan "PKK", Tevgera Şorger ya Çep û Tevgera Fethullah Gulen, kesatiyê oldar yê li Amerîka dimîne, yê ku hikûmeta Enqerê wî weke sûcdarê yekê dibîne, yê hewildana derbeya leşkerî ya ne serkeftî li 15 Tîrmeha sala bûrî.

Roja Îna bûrî dadgeha Stenbolê biryara serbest berdana 7 rojnamevanan dabû, lê karmendên rojnama Cumhuriyetê yên navdar hêjî di girtîgehê de ne, ji wana şirovekar Kadri Gursel, rojnamevanê lêpirsîn û vekolînan Ahmet Sik, editor Murat Sabuncu, berpirsê edîtorîyê Akin Atalay.

XS
SM
MD
LG