Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îstenbulê Dadgehekê Biryara Berdewamiya Girtina Osman Kavala Da


Osman Kavala
Osman Kavala

Li Îstenbul’ê dadgehekê roja Înê ji bo berdewamîya girtina karsazê xêrxwaz Osman Kavala biryar da.

26’ê Mijdar’ê ji alîyê Dadgeha Bilind ve biryarên dozên Gezî û Çarşi hatibûn betalkirin û her du doz bi hevdu re hatibûn girêdan. Herwiha dadgehê ji bo karsaz Kavala jî ku yekane girtîyê dozên Gezî û Çarşi ye biryara girtîmayînê dabû.

Bi vê biryarê ve girêdayî parêzerên Kavala ji bo îtîraz û berdana wî serî li Dadgeha Cezayê Giran 14’an dabûn ku roja Înê ev daxwaz hat redkirin.

Li alîyekî din ve jî Konseya Ewrupa ragihandîbû ku ji bo ku Tirkîye biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) ya di derheqa Kavala de pêk neanîye ewê dijî Tirkîye ‘Pêvajoya binpêkirinê’ bide destpêkirin.

Yek ji parêzerên Kavala Îlkan Koyuncu hem biryara Konseya Ewrupa hem jî li ser biryara dadgeha Tirk axifî û got ku biryara neberdana Kavala dijî hiqûqê ye.

Koyuncu got:

“Tirkîye endamekî Konseya Ewrupa ye ku ew biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) ku girêdayî Konseya Ewrupa berîya salan soza qebûl kirina biryarên ECHR’ê dabû. Jiber vê yekê biryara girtîhiştina Kavala dijî hiqûqa Tirkîye û dijî hiqûqa navnetewî ye. Ev çar sal in dadgehên Tirk biryarên dijî hiqûqê didin.”

Parêzer Koyuncu ser gotinên serokê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan yên dijî Kavala got ku “Gotinên Erdogan ne bi hiqûqî bi temamî sîyasî ne û ev gotin bandorê ser biryarên dadgehan dike.”

Hêjayî gotinê ye ku Kavala, 18’ê Cotmeha 2017’an û vir de li Îstenbul’ê di zindanê de girtî ye. Kavala piştî hewla derbeya leşkerî ya 15 Tîrmeh’ê 2016'an de bi îdiaya tawana “Bi zorê ji holê rakirina hikûmeta Tirkîyê” hatibû girtin.

Runiştina vê dozê dê 17’ê Rêbendan’a 2022’an de li Îstenbul’ê were dîtin

Raporta Deng/ Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00


XS
SM
MD
LG