Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Girtina Komeleya Rawestandina Kuştina Jinan Doz Hate Vekirin


Li Tirkiyê di derheqê Komeleya Platforma Rawestandina Kuştina Jinê doza girtinê hate vekirin.

Ev Komele 12 sal berê ji bo rawestandina kuştina û tundîya ser jinê hatibû damezirandin.

Komele di nav 12 salan de li her derê Tirkiyê di nav jinan de bi rêxistinî bû. Jinên ku ji alîyê zilaman ve tên kuştin, jinên ku bi şik kuştî tên dîtin, jinên ku rastî tundîyê tên ewan yek yek lêkolîn dike û her me wek raport di ser malpêra xwe ya înternetê de diweşîne.

Li ser doza girtinê Komeleya Rawestandina Kuştina Jinê ji alîyê vê sazîyê ve daxûyanîyek hate dayîn. Li gorî vê daxûyanîyê tê dîyarkirin ku jinên ku li Tirkiyê dihatin kuştin berî wan di 3’emîn rûpela rojnameyan de bin navê “kuştina dilketinê, eşqê” dahet nivîsin. Ew amaje dikin ku piştî ku komeleya wan hate damezirandin êdî ev ziman jî pêvdivî bû û hate gorandin.

Rêveberên komeleyê vê doza girtinê wek êrîşeke taybet ya ser jinê dîyar dikin. Jibo girtina vê komeleyê hincetê ku tê dîyarkirin jî ew amaje dikin ku qaşo li ser wan ji alîyê hin kesan ve gilî hatîye kirin û ev doz hatîye vekirin. Evî jî wiha radigîhînin:

“Dixwazin bi angaştên ku durî hiqûqê ye me bigirin. Çine evana? Tê angaşkirin ku, komeleya me ‘dijî kanûnê û exlaqê çalakî duristkirîye’ li ber vî jî doza betalkirinê hatîye vekirin. Li gorî angaştê qaşo di derheqê komeleya me de daxwaznameyên gilîyên opozîsyon hatine dayîn û evana jî li ser mehkemê şikên suc durist kirîye û li ser vî jî doz vekirine. Tê dîyarkirin ku em bi parastina jinê, guhnedana têgîna malbatê dabeş dikin. Evana tevahî hincetên bê dadîne û ne jî delîl in.”

Li ser vê dozvekirinê tê amajekirin ku heta niha li ser rêveber an jî xebatkarên wan lêpirsînek dawî nebûye, lê ev lêpirsînan jî tevahî xistine nav dasyaya doza girtinê. Di daxûyanîyê de tê dîyarkirin ku di derheqê wan de jibo girtinê delîl bidin berhev çi dîtine xistine nav dosyaya girtinê.

Komeleya Rawestandina Kuştina Jinê li hemberî vê doza girtinê bertêk nîşan dide û dadidexuyakirin ku ewê ji têkoşîna jinê hîç gavekê paşta nevêjin û hestê xwe di vî warî de jî wiha dîyar dikin:

“Ev doza ku di derheqê Komeleya me de hatîye vekirin, bes tenê êrîşkirineke ser têkoşîna xwe em nabînin. Em dizanin ku ev êrîş êrîşeke ser hemû hêzên demokratîk e. Me ne jin û ne jî LGBTÎQ+an li hemberî tundîyê tenê nehîşt û Peymana Stenbolê hata dawî parast. Lê ana ev desthilatî li ber vê hewildana me dixwaze me biçewsîne. Bila baş bizanibin ku emê ji van bi hiqûqîyan paşta gav nevêjin.”

Li gorî pêzanînên Komeleya Rawestandina Kuştina Jinê bes di meha Adarê de 24 jin ji alîyê zilaman de hatibûn kuştin û 19 jin jî bi şik mirî hatibûn dîtin.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG